Li bajarê Holandayê Utrechtê semînerek li ser Rojava hat lidarxistin. Semîner bi înîsiyatîfa The Barricade ku yek ji navendên anarşîst û şoreşger ên Hollandî ye, ji bo piştgirîya bi şoreşa Rojava re hat amadekirin. Bername bi rojeva ekolojiyê û Rojava dest pê kir û bi civîneke Make Rojava Green Again (Rojava ji nû ve heşîn bikin), Women Defend Rojava û Riseup4Rojava dewam kir. Di bernameyê de li ser Konfederalîzma Demokratîk, rewşa sîyasî ya Bakurê Kurdistanê jî agahî hatin dayîn.

Mijarên dîtir ên çalakiyê ekolojiya civakî ya li Belçîka bû ku ji aliyê Social Ecologie Liege hate pêşkêşkirin. Herwiha heyeteke ji Make Rojava Green Again analîzên derbarê înternasyonalîzmê, sîyaseta wêrankirina xwezayê û rewşa heyî ya li Rojava  de kirin. Bername êvarê bi xwarin û stranên Kurdî bi dawî bû. Xelkê elaqe nîşanî semînerê da. Di semînerê de Demnedê jî dezgehek ji bo kitêbên Abdullah Ocalan û Konfederalîzma Demokratîk danî û agahî dan.

 

 UTRECHT