Balafirên şer ên rêjîmê taxên di bin serweriya koalisyonê de li beşê rojhilatê bajarê Helebê (Kerim Miyeser, Kerim El- Terab, Firdos û Qatircî) bombebaran kirin. Di encamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek din jî birîndar bûn. Li taxa Qatircî sivîl di bin xirabeyan de mane.
Balafirên şer êrîşî bajaroka Ibîn jî bombebaran kirin û bi moşekan, bajaroka Darit Izzê, kirin. Di encamê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyekî din ve, çeteyên girêdayê koalisyona Sûriyê bi moşekan û tupên gazê êrîşî taxa Selahedîn serweriya rêjîmê, kirin. Di encamê de komkujiyek pêk hat û 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ji ber rewşa dijwar a birîndaran dibe ku hijmara miriyan zêde bibe.
Li derdora balafirgeha Kuwêris a leşkerî ya li başûrê rojhilatê Helebê jî şer û pevçûn di navbera çeteyên DAIŞ`ê û rêjîma Sûriyeyê de derket, lê ti agahî derbarê encamên şer de nehatin zanîn.
ANHA/HELEB