Di şerê Idlibê de YPG tine
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd li ser îdîayên ku dibêjin, YPG wê tevlî operasyona Îdlibê bibe, daxuyaniyek belav kir û got, îdîayên bi vî rengî ne rast in.
Nûrî Mehmûd da zanîn ku bi zêdebûna îhtîmala operasyoneke eskerî ya li ser parêzgeha Îdlibê û hawirdora wê, hin saziyên çapemeniyê qala tevlîbûna hêzên wan di nav vê operasyonê de dikin. Mehmûd teqez kir ku îdîayên bi vî rengî bi armanca spekulasyonê tên belavkirin û dûrî rastiyê ne.
Ti hêza me li Îdlibê nîne
Berdevkê YPG’ê di dewama daxuyaniyê de got, “Em ji raya giştî re teqez dikin; weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), hêzên me li hember rêxistineke terorê (DAIŞ) di nava şerekî giran de ne û bi biryar in ku vê koma terorê li Bakurê Sûriyeyê tine bikin.”
Nûrî Mehmûd di dawiyê de got, “Em di serî de li hember artêşa Tirk a dagirker ku li Efrînê hewl dide hebûna xwe meşrû nîşan bide û rêxistina terorî DAIŞ‘ê ku alîkarî ji dewleta Tirk a dagirker digire, şerekî meşrû û mafdar dikin. Her wiha em teqez dikin ku ti hêza me li Îdlibê nîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN