
Hevalê me Azîz Ogur çû bereya Reqayê û çavdêriyên xwe yên li bereya Reqayê ji bo me nivîsandin. Berferehiya çavdêriyê di beşda Tirkî ya rojnameya me de tê weşandin, em beşên darîçav dineqînin. Kerem kin bixwînin.
Ji Heleb û Efîrnê hatine Reqayê. Ji binî ve û destpêkê ve bûne xwedî ezmûn û tecrûbeyên xwe kirin. Çeteyê şerê wan nekirî nemaye, di şerê nava bajêr de hêzeke pispor e. Ew li ser xetekê ne ku ji du aliyan ve dor li DAIŞ´ê girtine.
Fermandar Egîd dibêje, stratejiya wan ew e ku devera di destê DAIŞ´ê de maye, biqelişînin û veguherînin sê deverên ji hev tecrîdkirî û lîstika ji rêûresmê ya Kurdan birrê bi bîr dixin: “Birrê lîstikeke gelekî stratejîk e, kî zû zend û bendan bade, pêşiya yê din bigire ew meydanê lê digire. Li vir ez lê serwext bûm ka ev lîstik çiqasî stratejîk e.”
Li mizgefta li kêleka Heyva Sorê xire cirek heye. Koma sivîl a hatî rizgarkirin hîna nû gihandine vir. Komeke bêtaqet, pîr, kal, zarok di nava wan de hene. Ekîpên Heyva Sor ên ku nexweş û nerehet in derman dikin yan jî miamele bi wan re dikin. Şervan jî hewl didin ên hatî rizgarkirin aram bikin û bi wan re sohbetê dikin. Radihêjin zarokan û bi wan re dilîzin. Şervan didin zanîn ku ji hundir agahî ji wan re hatiye, li ser vê yekê wan korîdorek vekiriye û sivîl rizgarkirine. Li gorî wan ev operasyonên rizgarkirina sivîlan ên herî zêde bi tehlûke ne. DAIŞ ji piştve wan gulebaran dike, dike nava wan û êrîş dike. Ji ber vê yekê ev operasyon veşartîne û di ser bêtêlê re behsa wan nayê kirin.
Gera bi Humvee
Ez berpirsiyarên ku pêşniyaza çûna bereyê bi tehlûke dibînin, qanih dikim, û em biryara serdana hêza operasyonê ya ji Heleb û Efrînê hatî dikin. Cihê ku em ê biçinê, di navbera Nexweşxaneya Dewletê ya Reqa û cihê di destê DAIŞ´ê de xeteke zirav e. Hema ji wan û wê de komên cihê meydan girtine; armanc ew e ku çûnûhatina DAIŞ´iyên bi çemberan hatî tecrîdkirin, asteng bikin. Fermanê didin lojîstîkvanan ku min bibin cem Ednan.
Paşê bi Humvee ya ku lojîstîkê dibe bereyê, em jî didin rê. Dema ku em berê xwe didin navenda bajêr ango cihê şer lê dijwar, texrîbatên şer êdî xuya dikin. Avahî û taxên bi erdê re kirî yek, li ber çavê me dikevin. Piştî ku Humvee bi tivinga xwe ya mekîneyî guleyan li mewziyên DAIŞ´ê direşîne, em dikevin kuçeyekê, ango xeta ku di navbera du herêmên DAIŞ´ê de hatiye rizgarkirin. Li herdu aliyan jî mesafeya di navbera mewziyan de bi çend deh metreyan dikare bê pîvan.
Di nava şerê bajêr de
Şervan bi lez tevdigerin, bi çend caran çûnûhatina bi lez, ji min re dibêjin ji bo ku derbasî aliyê din ê rêyê bibim. Navberên nêrdêwanan, li odeyan li cihên pencereyan bi brandayan li dîtina ji derve ve hatine girtin.Em diçin qata sisiyan. Em bi rehetî di ser pirekê re derbas dibin ku ji hesinên textên xewê hatiye çêkirin di nava du avahiyan de. Piûtî nku em li çend û holik û korîdoran zîvirîn , em gihiştin cem fermandarê hêza Efrîn/Helebê. Ednan rûken e û ewqasî jî gihiştî xuya dike. Di nava dengê bêtêl, teqîn û gulereşandinê de sohbet dikin. Ji bilî sewq û îdareya tevahiya yekîneyên xwe, peywendiya bi komên din re, tekmîlan îdare dike, fermanan dide fermandarên tabûr, taqim û tîman bi hostekarî dide.
Dema ku bi fermandar Ednan re sohbetê dikim, dibêje, “Ev şervan ji destpêkê ve bi ezmûnan gihiştine. Dema ku li Helebê şer dest pê kir,. ew zarok bûn. Wan destê xwe avêt karên ku mezinên wan nediwêriya bikin. Bi înîsiyastîfa xwe wan ji bereyekê ber bi bereya din, lojîstik, cebilxane û muhîmat dibir û dianî. Ew li bendê man ku emrê wan bê ku karibin bibin şervan. Lê yek ji wan jî ne dûrî şer û atmosfera şer bû. Ji Helebê heta bi Efrînê, ti koma çeteyan a ku şerê wê nekirine nema, niha jî ji bo şerê DAIŞ´ê hatine vir.”
Ev koma ji 170 kesî ye, hêzeke semnbolîk a a ji Heleb û Efrînê ye ku ji şervanên Cebhet e-Ekrab û YPG´ê pêk tê. Li ser pirsa ka endamên hêzê çawa diyar kirine, fermandar Ednan dibêje, „Me ji şervanan pirsî, bê îstîsna hemûyan xwest bên. Li ser vê kar kete stûyê me, me 170 diyar kirin û em hatin.”
Stratejiya me dişibe lîstika Birrê
Ednan dibêje, stratejiya wan ew e ku deverên di destê DAIŞ´ê de mayî weke sê deverên ji hev tecrîdkirî ji hev qut bikin, lîstika BIrrê wiha bi bîr dixe: “Birrê lîstikeke gelekî stratejîk e, kî zû zend û bendan bade, pêşiya yê din bigire ew meydanê lê digire. Li vir ez lê serwext bûm ka ev lîstik çiqasî stratejîk e.”
DAIŞ´iyê teslîm dibe
Danê nîvrojîê agahî tê ku endamekî DAIŞ´ê dixwaze teslîmê hêza Qamişloyê bibe. Paşê derdikeve holê ku ne bi tena serê xwe ye û nêzî cihê wî sivîl ji xwe vedişêrin. Hêz tên hişyarkirin, di biwara sivîlan de bi şîfre bi hev re dipeyivin. Min meraq kir li ku ye û fêr bûm ku qederê 300 metroyan nêzî me ye. Daxwaza min a şopandinê red dikin şervan.
Fermandar Ednan bi bîr dixe çeteyên DAIŞ´ê ji pişt ve sivîlan dikujin, carinan xwe dixin nava wan û êriş dikin û wiha dewam dike: „Li gorî felsefeya têkoşîna me, em hevalên xwe dixin tehlûkeyê û wan rizgar dikin. Kesên ku elaqeya wan yekser bi DAIŞ´ê re heye em ji bo ku bikevin ber lêpirsînê ji îstîxbaratê re dişînin. Yê din jî bixwazin biçin, ku wan dişînin wir.”
REQA