Hat ragihadin ku di şerê pêr de 29 emdamên komêm çete hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin li bajarê Kobanê çete riyan welatiyan digirin û wan direvînin. Ji hêla din ve li dijî êrîşên çeteyan hêza parastinê jî tê xurtkirin. YPG’ê li gundê Yramaza Kobanê tabûrek nû ava kir.

Çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şamê/El Nusra pêr li ser riya Til Xelef êrîşî kozikên YPG’ê kiribûn. Şerên ku pêr tevahiya rojê berdewam kir, hata roja din berdewam kir. Li gorî agahiyên ku duh li herêmê hatin, şer hêj cih bi cih berdewam dike. Hat gotin ku di van şeran de çeteya 29 kuştî li du xwe hiştine.

Ciwanan direvînin

Çeteyên El Nusra ku bendên kontrolê li gelek hermên nêzê Helebê danîne, rêwiyên ku dixwazin biçin Heleb, Reqa û Cizîrê, her wiha ajokarên otobusan asteng dikin, dijûnan li wan dikin, tiştên wan talan dikin û ciwanan jî direvînin. Welatiyê bi navê Derwêş Mihemed ku di navbera Kobanê û Helebê de karê ajokariyê dike, diyar kir ku riyên di navbera Kobanê û bajarên din ên Sûriyê û rojavayê Kurdistanê de êdî ne bi ewle ne. Mihemed. destnîşan kir ku komên çete rêwiyên asteng dikin, tiştên wan talan dikin û gelek ciwanan jî direvînin.

Tabûreke din hate avakirin  
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Yramaza Kobanê Tabûra Qere Berkel bi merasîmeke leşkerî ragihand. Li gundê Yramaz yê başûrê Kobanê bi armanca ku karibin parastina herêmên xwe bikin 60 welatiyên ji gundên başûrê Kobanê tevli dewreya perwerdê ya leşkerî bûn, piştî perwerdeyê YPG’ê Tabûra Qere Berkel bi merasîmeke leşkerî ragihand.
Berpisyarê dewreyê Merwan Sîdo diyar kir ku armanca wan ew bû ku şêniyên gundên herêmê perwerde bikin, da ku karibin li dijî êrîşên çeteyan gundên xwe biparêzin.
Endamê tabûrê Sebrî Qarî jî bang li welatiyan kir ku malên xwe bernedin û li dijî êrîşên komên çete herêmên xwe biparêzin. 

SERÊKANIYÊ/KOBANÊ