Lîstika “Di tuwaletê de” ku Rênas Jiyan nivîsiye, li Enqereyê derket pêşberî temaşevanan. Lîstika ji aliyê Sîbêj Performans ve hatiye amadekirin, wê derkeve tûrneyê. Lîstik li ser dika 367 a Enqereyê hat peşandan. Lîstika bi yek kesî, Zelal Angay amade kiriye û Zinar Ataman jî lîtikvanê karaktera “Xwekuj” e.
Lîstik derdikeve tûrneyê û wê di 18’ê Gulanê de li Stenbolê, di 22’ê Gulanê de li Êlih, di 24’ê Gulanê de li Amed û di 26’ê Gulanê de jî li Nisêbînê bê pêşandan.
ENQERE