
Di werza Havînê ya germ de û bi taybetî di meha remezanê de bazara Berfa Zozanên Başûrê Kurdistanê germ e û welatî ji bo berfê bixin nava dew û şerbetê, berfê dikirin.
Bi hatina werza Havînê re li piraniya bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê û bi taybet welatiyên Sînorê herêma Raperînê berê xwe didin çiyayên bilind yên Kurdistanê û berfê tînîn li bazaran difiroşin.
Firoşkarê berfê Serhed Xidirê ji navçeya Ranye diçe Zozana Kodoye a li herêma Çomanê berfê tîne, got: “Ev nêzî 4-5 sal in ez vî karî dikim. Ez saet 02:00'ê şev ji Ranra bi rê dikevim û nêzîkî çar saetan bi rê diçim heta digehîjim zozana Kodoye. Kiryarên berfê di werza Havînê de û bi taybetî jî di meha remezanê de zêde ne. Lê ew jî dikeve ser xweşîkî û başiya berfê. Hinek kes hene zêde guh xwe nadin xweşikiya berfê. Berfekê tînin hemû toz pêveye. Le ez nêzîkî metreyekê li ser berfê davêjim û berfa nû û xweşik derdixim. Ez gelek caran bi pişt berfê dikêşim û ber dikim."
ROJNEWS/SILÊMANÎ