Hunermend Murad Daban ji Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Kobanê ye. Di sala 1984’an de bi yekemîn koma muzîkê Koma Botan re dest bi hunera muzîkê kiriye. Gelek berhemên komê ji aliyê hunermend û komên muzîkê yên Kurdî ve hatine gotin. Piştî salên 90’î bi serê xwe dewam kiriye û li zanîngehê di beşa hiqûqê de xwendiye.

Piştî demekê ji ber egerên cur bi cur terka welêt dike û li Fasê bi cih dibe. Li wir jî heta sala 2013’an neçarî karên derveyî hunerê dibe. Niha bi hevjîn û her du zarokên xwe li bajarê Helsenburg a Swêdê wek penaber dijî. Bi hevjîn û du zarokên we re li şahî û dawetan derdikeve ser dikê û muzîkên xwe pêşkeş dike.


Koma Kobanê

Bi hevjîna xwe Hîva û her du keçên xwe Sêvîn (16) û Lavînê (12) re di çalakiyên hunerî yên li Swêdê de cih digirin. Koma ku ji endamên malbatê pêk hatiye, wek Koma Kobanê jî tê nasîn. Di çalakî û cejnên neteweyî de wisa jî di şevên taybetî yên gelêrî de derdikevin ser dikê. Niha jî amadekariya şahiyên Newrozê dikin, di bernameya wan de beşdariya Newroza Malmo ya Swêdê jî heye.


Penaberî wek mirinê ye

Hunermend Murad Daban derbarê serpêhatiya xwe ya mişextiyê û daxwaza dewamkirina hunera xwe de ji wiha axivî: “Piştî 2000’î rewşa welêt guherî, dijwarî çêbû, em neçar man ji welêt derkevin. Ev nêzî sê salan e, li Swêdê penaber im; dikarim bibêjim ku wek mirî me. Mebesta min ne dersdarî û firotina welatparêziyê ye. Li van deran mirov hêdî hêdî dimire. Mixabin ev jî dibe mirineke dilxwazî. Belê li aliyekî mafê azad yê axaftinê heye, lê kesê ez bikarim bi dilê xwe pê re biaxivim nîne. Ezê bi kê re biaxivim? Ya rastî ez ji ti aliyan ve rewşa vê derê baş nabînim; ne ji bo pêşxistina hunerê û ne jî jiyana rojane. Hêvîdar im ku ev axaftin û peyama min bigihîje gel û bizanin ku li van deran jiyaneke ku tê xeyalkirin nîne.”


Rejîmê rê nedida xebatên hunerî 

Hunermend Daban derbarê xebatên hunerî yên li Rojava û zextên dewleta Suriyeyê de jî wiha peyivî: “Gava ew dem tê bîra min birînên min der dibin. Mecala pêşxistina hunerê tinebû; gelek zehmet bû; gava em bi çend kesan ve li malekê kom dibûn, herdem metirsiya avêtina ser me ya ji aliyê rejîma Suriyeyê ve hebû. Deng derdiket û her kêlî em li benda muxaberata Suriyeyê diman. Heta me Newrozek amade û pîroz dikir gelek pirsgirêk ji bo me çêdibûn.”


Daxwaza huner û muzîkê

Hunermend Daban ku ji tenêtî û bêkesiya li biyanîstanê bêzar e, hêvîdariya alîkariyê ji derdorên hunerî dike, dixwaze bi malbatî di warê hunerê de berhemên nû pêşkêşî gelê xwe bike. Daban ji bo Koma Kobanê dibêje, herî zêde keçên wî hêviyê didin wî nexasim keça biçûk Lavîn.    



RODÎ AHMED