VAKKAS ÇOLAK / TOKYO
Xêzeromanên Japonan behsa Kurdan dikin. ‘Stêrka Kurd’, ‘Golgo 13’ û ‘obile Suit Gundam 00’ girîngtirîn xêze romanên Japonî ne ku behsa Kurdan dikin û mekanê çîroka wan jî Kurdistan e.
Ev xêzeromanên ku bi rêûresma Japonî çêbûne, ji wan re manga tê gotin. Ya herî navdar ‘Stêrka Kurd’ e.
Stêrka Kurd
Stêrka Kurd yan jî Kurdo no Hoshi yekemîn xêze roman e ku Yasuko Yoshikazu nivîskariya wê kiriye û sala 1986´an derçûye. Nivîskarê ku piştî serdana xwe ya Yewnanistanê, di ser rêya xwe de berê xwe dide Stembolê jî li wir Kurdan jî nas dike. Di vê navê de li Tirkiyeyê piştî darbeya eskerî, şerê çekdarî yê Kurdan ê ji bo rizgariyê dest pê kiriye. Jixwe, ew berhema xwe ji vir dide destpêkirin. Mijar bi kurtî wisa ye: Jiro Manabe yê 16 salî li Tokyoyê dimîne. Dê û bavê wî winda ne. Rojekê nameyek ji dayika wî tê hem jî ji Stembolê. Dayika wî jê re dibêje, ew dixwaze li bavê wî yê winda tevî wî bigere. Li wir dayika xwe ya li Stenbolê dansoz û mubtelayê narkotîkê dibîne. Hasil, derdikeve holê ku ew jin jî ne dayika Jîro ya bi rastî ye. Rojekê polîs bi ser otelê de digirin û Jîro direve û keçeke bi navê Leyla wî xilas dike. Ew eskerên Tirk ên li ser pira Fatîhê kemîn danî bi bombeyan bê tesîr dikin û diçin Wanê.
Jîro li vir fêrî rastiyan dibe, vediguhere şervanekî. Dayika Jîro Kurd e û bavê wî jî Japon e. Ev xêze roman bi 6 hejmaran derdikeve.
Golgo13
Saito Takawo çîroka rêze xêzeromana Golgo13 nivîsiye. Ji çar çîrokan pêk tê. Di çîroka dawî de ku bi navê Şêrê Kal e, behsa Mustefa Barzanî û têkoşîna wî tê kirin.
[gallery ids="130465,130464,130466,130462"]
Mobile Suit Gundam 00
Derhênerê filmên karton ê Japon, Seiji Mizushima senaryoyeke Yosuke Kuroda, bi navê Mobile Suit Gundam 00 kir film. Film ji 25 rêzan pêk hat û sala 2009´an bi dawî bû. Mijara filmê jî wisa ye: Sala 2307´an serpêhatî dest pê dike, petrol êdî li dinyayê nemaye. Li dinyayê sê blok hene. Yek jê Bloka Yekîtiyê ye (Emerika, Japonya, Zelanda Nû û Awusturalya), ya din Yekîtiya Reforma Insanî ye (di navê de Çîn, Rûsya û ji bilî Rojhilata Navîn tevahiya Asyayê heye), ya din jî Yekîtiya Ewrûpa ya Bipêşvebirî ye Ewrûpa û Tirkiyeyê kontrol dike.
Petrola Rojhilata Navîn nemaye. Li wir bi navê Azadistan û Kurdistan du welat hatine damezrandin. Dinya enerjiya xwe ji fezayê peyde dike. Sê blok enerjiyê kontrol dikin. Lehengê Mobil Suit Gundam 00’ê, Setsuna F. Seiei, bi navê xwe yê bi rastî Soran İbrahim e. Di sedsala 23´yan de ji dayik bûye, di 16 saliya xwe de ew eskerekî Kurd e. Hîna zarok kesekî bi navê Ali Al-Sachez ew biriye, mejiyê wî tevizandiye, ji bo ku îsbat bike dilsozê xwedê ye, malbata wî pê daye kuştin. Dema ku di rewşeke gelekî zehmet de ye robot Gundam wî xilas dike. Beşa yekê ya filmê bi şerekî di sedsala 24´an de li Komara Kurdistanê dest pê dike û bi 25 xelekan dewam dike.