
Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmud, ragihand ku pêkanîna kongreya Netewî xizmetê ji bo gelê Kurd dike û piştgiriyê didin pêkhatina kongreya netewî.
Mihemed Hacî Mehmud got: “Em piştgirî didin li dar xistina kongreya netewî. Li dar xistina kongreya netewî wê me kêfxweş bike. Ji ber kongre wê xizmetê ji gelê Kurdistanê re bike. Divê ev kongre hemû aliyên Kurd bi hewîne.”
Hacî Mehmûd li ser pirsa, ‘Gelo ji bo li dar xistina kongreya netewî pêwendî di navbera partiyên Kurd de heye?’, jî dibêje: “Eger em berjewendiyên hizbayetiyê bidin aliyekî û bikarin îradeyek hevbeş bidin nîşan, wê kongreya netewî çêbibe. Pêwîstiya me bi mekanîzmayeke hevbeş heye, ya herî maqul jî kongreye. Dibe ku kongre nekare her tiştê çareser bike lê, tiştên ku dikare çareser bike jî heye.”
Hacî Mehmud diyar kir ku di vê mijara biryarên girîng de agahiya aliyên Kurd ji hev hebe û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Hinek tiştên girîng hene ku divê em bikin. Pêwîste agahiya me ji hev hebe û em bikarin piştevaniya hev bikin. Divê li dijî ti aliyekî bi hinek din re li hevkirin çênebe. Tişta me heya niha li ser kar nekiriye divê em wê bikin.”
DANA OMER / ROJ NEWS / SILÊMANÎ