EMÎR XANEQÎNÎ / ROJNEWS/BEXDA

Xwepêşandanên li Iraqê yên 1’ê Cotmehê dest pê kirin, li Bexda, bajar û parêzgehên başûr û nîvê Iraqê didomin. Di xwepêşandanan de roleke girîng û bi bandor a jinan xwe nîşan dide.

Zêdetirî mehekê di ser xwepêşandanên li Bexda, bajarên din ên li başûr û nîvê Iraqê re bihurî. Xwepêşandan heta niha jî didomin. Cudatiya van xwepêşandanan ji yên din ew e ku di pêşketin û domdariya xwepêşandanan de roleke girîng û giraniyeke mezin a bandora jinan heye.

Hinek jinên cihê xwe di xwepêşandanan de digirin, peyivîn.

Ji bo bidestxistina mafê jinan

Aktîvîsta sivîl Rua Xelef a tevlî xwepêşandanên li Qada Tehrîr a Bexda dibe got, “Em dixwazin mafên jinan bê parastin û rêjeya jinan a di beşdarbûna navendên biryarê de bê zêdekirin.”

Aktîvîst Şîlan Adil a ji Xaneqînê ye û ji destpêkê ve di xwepêşandanên li Qada Tehrîrê bênavber cih digire got: “Li gor derfetan ji Xaneqînê diçim Bexdayê ji bo bidestxistina mafên hatine stendin tevlî xwepêşandanan dibim.”

Hêlîn Semîr a yek ji aktîvîstên xwepêşandanan e wiha axivî: “Dema êdî jin û keç ji xwepêşandanan bitirsin û li bendê  bin ku tenê xort biçin xwepêşandan û çalakiyan bi dawî bû. Divê em weke jin bi bandor beşdar bibin û li gel xortan li meydanên xwepêşandanan bin.”

Jina bi navê Seca Beyatî jî ku di xwepêşandanên li Qada Tehrîr cihê xwe digire got: “Ev xwepêşandan di dîroka Iraqê de xwepêşandanên herî demdirêj in. Her wiha dirûşm û daxwaz pir hatin berzkirin. Xwepêşandan her wiha daxwaz dikin welatên din mudaxeleyî karên navxweyî yên Iraqê nekin.”