
Di kongreya du rojan berdewam kir de rapor hatin xwendin û rexne hatin kirin. Di kongreyê de rexneyên li ser rêveberiyê bal kişandin. Di rexneyan de hate destnîşankirin ku rêveberî bi awayeke ciddî li ser komeleyên endam kontrolê nake û ji pêwîstiyan re nabe bersiv. Her wiha hate diyarkirin ku aliyê xebatê yên jin û ciwanan kêm e, xebatên ji bo çand û zarokan tune ne. Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç axaftinek kir û bersiv da rexneyan.
Yuksel Koç da zanîn ku ew bi awayeke serkeftî gihiştine hin armancên ku sala par danîbûn pêşiya xwe û gelek ji wanjî bi ser nexistine. Koç di axaftina xwe de got:
“Bi taybet kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” bi awayeke serkeftî pêk hatiye. Lê xebatên ji bo endamtiya komeleyan kêm maye. Di warê perwerdehiya bi Kurdî û dîplomasiyê de em di pola xwe de mane. Em ji niha û pêve weke sazî hewl bidin ku van kêmasiyên xwe ji holê rabikin. Koç diyar kir ku ew ê lez bidin xebatên jin û ciwanan û got: “Di kongreya sala pêşiya me de em ê kotaya ji sedî 50 bidin jinê û em ê derbasî sîstema hevserokatiyê bikin.”
‘Divê Kurdî esas bê girtin'
Piştî gotûbêjên hatinkirin, kongre bi beşa pêşniyaran dest pê kir. Biryarên ku di encama pêşniyaran de hatin girtin wiha ne:
- Bi awayeke tam YEK-KOM destekê dide “Pêvajoya Çareseriyê” ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin.
- Wê li dijî hewldanên li dijî desteftiyên neteweyî yên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê têbikoşin û bi gelê me yê li van herêman re tevbigerin.
- Federasyona me dê di xebatên xwe de hemûyan de pevnivîs û axaftina bi Kurdî û Almanî esas bigire û ji bo di dibistanan de Kurdî weke zimanê perwerdeyê bê dayin, komeleyênme dê pêşengiya xebatên rêxistinkirina xwendekaran bikin.
- Dê li hemberî hemû hînbûnên xirab ên li dijî ciwanan û madeyên hişber bi awayeke çalak têbikoşin û ji bo di vê çarçoveyê debi saziyên din projeyan pêş bixin.
- Lidijî tundiya li ser jinan, kuştinên ji ber tore û namûsê dê xebatên perwerdehî bên kirin, dê bi awayeke çalak tevlî hemû çalakî û kampanyayên li dijî tundiya li ser jinê bibin.
- Ji bo di qada navneteweyî de komkujiyên Kurdan ên weke Dêrsim, Helepçe, Roboskî bên nasîn xebatên di asta navneteweyî de dê bên kirin.
- Di kongreya sala bê ya YEK-KOM’ê de dê kotaya ji sedî 50’ê bidin jinan.
Rêveberiya ku hate hilbijartin
Piştî biryaran kongreyê dest bi hilbijartinê kir û rêveberiyeke 15 kesî, ji vana 5 kes lijneya çavdêriyê û kes jî ji bo lijneya disiplînê hatin hilbijartin. Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç careke din bû endamê rêveberiyaê û navê 15 kesên hatin hilbijartin wiha ne: Hamide Akbayir, Yuksel Koç, Azad Bingol, Bahattin Dogan, Sedat Çetîn, Erol Palot, Gulê Kar, Nîhat Gundî, Alî Aka, Yilmaz Kaba, Abdullah Efe, Sultan Aka, Muslum Kurt, Niyazi Oztaş û Abdulrezzak Oral.
Piştî hilbijartinan li ser navê rêveberiya nû Hamîde Akbayir axaftinek kir û malavahiya her kesê kir û da zanîn ku ew ê weke federasyonê hewl bidin ku armanc û hedefên danîne pêşiya xwe pêk bînin.
HAGEN