Li 6 taxên Sûrê qedexeya derketina derve ev salek û 8 meh û 21 roj in, didome. Yek ji 3 parên navçeyê bi destê hêzên dewleta Tirk a dagirker, hat hilweşandin. Qedexeya derketina derva ya 28’ê Mijdara 2015’an Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên Sûra Amedê hatibû ragihandin ev salek û 8 meh û 21 roj in, didome. Taybetmendiyeke qedexeyê ew e ku dirêjtirîn qedexeya derketina derve ya dinyayê ye. Qedexeyê piştî kuştina Serokê Baroya Amedê ya li ber Mînareya Çarling dest pê kiribû.
Li gorî biryara camewerîkirina bi lezginî ku di Rojnameya Fermî ya dewleta Tirk a dagirker de weşiyayî, li Sûrê dewletê 6 hezar û 300 parsêlên xelkê dizîn. Li gel hemû hewldanên talan û kavilkirina cihên dîrokî yên Sûrê jî 3 parên Sûrê yek hate hilweşandin. Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji Sûrê nêzî 40 hezar mirovî bi zilma dewletê koç kiriye.
Tirkiyeyê dêr, mizgeft, qonax, hemam û bi hezaran cihê dîrokî tine kirin. Hê jî qedexe ye ku mirov karibin têkevin cihê ku karê hilweşandinê li wan dewam dike. Çend avahiyên ku li ser piyan mane jî polîsan û tîmên taybet ji xwe re kirine qereqol. Li Sûrê, li gel her tiştî jî bi hezaran kesî malên xwe neterikandine. Gelek dikandarên navçeyê jî ji neçarî derabeyên xwe anîne xwarê. Bi her halî, bi qedexeya derketina derve ya herî dirêj a dinayayê, Tirkiyeya ku di ti karê mirovan de nabe şampiyon, di zilmê de dîsa bû şampiyon.
ANF/AMED