Li zindana Denîzliyê, ji ber ku Ramazan Çekmen (25) ê girtî bi Kurmancî bi karmendê zindanê re axiviye ceza danê. cezayê desteserkirina mafên wî hatiye lê hatiye birîn.

Bûyer 7´ê Tebaxê qewimî û Çekman şandin Desteya Disiplînê. Li gorî agahiyan bûyer weha qewimî ye: Çekmen di kêliya hevdîtinê de bi kurmancî ji wezîfedar xwestiye wêneyê wî û malbata wî bikişîne. Karmend, Çekmen hişyar kiriye û jê xwestiye bi tirkî biaxive. Çekmen bersiva karmend daye û gotiye: “Heke hûn wisa pirr meraq dikin biçin qursa kurdî û hûn dikarin kurmancî fêr bibin.”

Kurdî ne li gorî qanûnê ye

Li gorî Desteya Dîsîplînê, Çekmen bi vê helwestê henekê xwe bi karmend kiriye û ne guncav tevgeriyaye. Ji lewra jî Deste vê tevgerê li dijî qanûn û rêziknameyê dibîne û helwesta Çekmen weke mînakeke nebaş ji bo girtiyên din destnîşan dike. Desteyê bi van bahaneyan ji mehekê heta 3 mehan dest danî ser hin mafên Çekmen û wê mehekê nikaribe karê xwe yê mûçe jê werdigirt bike.

 

MA / DENÎZLÎ