Dibe ku piştî Hêkesorkê rewş asayî bibe
Wezîrê Tenduristiyê yê Elmanya Federal Jens Spahn da xuyakirin ku heye piştî betlaneya Hêkesorkê rêzik û pîvanên ji ber şewbê bêne sistkirin. Sekreterê Karê Hundir ê Federal Stephan Mayer jî got, zû ye ku mirov hin şiroveyan bike û divê mirov xwe ji şiroveyên bi vî rengî dûr bike.
Stephan Mayer ji bo vê jî xwest welatî bi taybetî piştî betlaneya Hêkesorkê bêhtir guh bidin rêzik û pîvanan. Stephan Mayer wekî din anî ziman ku divê fabrîke û kargeh ji bo muşterî û karkeran bêhtir cihên ewle û bi sihet amade bikin. Eger ev her du şert bêne bicihanîn li Elmanyayê rewş wê asayî bibe.
Wezîr Mayer diyar kir ku rewşa şewbê li Elmanyayê ber bi başiyê ve diçe û got, lê hê zû ye, deverên mîna klûb, bar û cihên gelek kes têne cem hev, bêne vekirin. Eger rewşa belavbûna vegirtina nexweşiyê bi vî awayî dewam bike, em dikarin bi serokwezîrên eyaletan re piştî betlaneya Hêkesorkê li ser jiyana asayî biaxivin. Li dewleteke huqûqî û azad bi awayekî berfireh berbendkirina mafan, kengî bêne fêhmkirin tê qebûlkirin. Ji lewra ne tenê mirov van rêzik û pîvanan rast pêk bîne, di heman demê de divê mirov bi perspektîfeke rast nîşan bide, naxwe heye ku em bi protesto û berxwedanan re rûbirû bimînin." BERLÎN