
RÛKEN DEMÎR / GOKHAN ONER/DÎHABER/IZMÎR
Piştî ku berxwedana Dayikên Şemiyê bandor li wan kiri, çend jinan Koma Muzîkê ya Şemiyê (Cumartesi Muzik Grubu) ava kir. Kom li her meydan û mekanên li gel vekirî distirê û dengê muzîka polîtîk li wir olan dide. Endama komê Ozgu Ozutok diyar kir ku ew bi rêya muzîkê ji kesên hatine wêderkirî re dibin hêvî. Çileyê sala 2017’an li Îzmîrê Cumartesî Muzîk Grubu ya ku navê xwe ji Dayikên Şemiyê digire, bi pêşengiya komek jin, hat avakirin. Kom di demên dawî de li kuçe, bazar, keştî û hemû cihên li gel vekirî, bi rêya muzîkê li dijî pergalê nerazîbûna xwe îfade dike. Destpêkê hejmara ferdên komê 3 bû, niha ev hejmar zêde bûye. Endamên komê bi ruhekî kolektîf dixebitin û di referanduma 16’ê Nîsanê de dengê xwe bi strana “Hayir’dır Aysun” (Xêr e Aysun) dan bihîstin. Kom niha bi stranên wekî “Cumartesî Annelerî”, (Dayikên Şemiyê) “Bay Kapîtal”, “Ozgurluk Bîzîm” (Azadî ya me ye) rêya xwe dewam dikin, herî dawî bi strana “Heykel Gozalti” (Peykerê binçavkirî) komê bal kişand ser dorgirtina polîsan a li Kolana Yukselê ya Enqereyê.
Konser li her meydanê
Endama komê Duru Ozê dest nîşan kir ku koma wan li Atolyeya Muzîkjenên Jin cih girtiye, piştre hinekî meydana xwe teng kirine û kom ava kirine. Duru Ozê diyar kir ku divê jin zêdetir derkevin meydanan û zêdetir bi muzîkê re elaqedar bibin û got, hemû meydanên wekî bazar, keştî, kuçe û cihên li gel vekirî ji bo wan mekanên konserê ne. Oz da zanîn ku ji ber ku hin kes gelekî bi kursiyê xwe ve girêdayî ne, wan li dijî vê hezkirina kursî, strana “Ozgurluk Bîzîm” (Azadî ya me ye) gotiye û wiha peyivî: “Ya rast me dît ku pirsgirêk a pergal û kapîtalîzmê ye. Ji ber wê jî me strana Bay Kapîtal got, û me hinekî îronî kir û rexneya xwe îfade kir. Di stranê de me gotinên wekî ‘We xwe têr kir Bay kapîtal, ev têrê we nake, em ê neçin AVM’ê em ê biçin bazara şewitî’ û hebikekî me zimanekî îronîk bi kar anî.”
Afirînerî û dengê muzîkê
Duru Ozê armanca koma xwe wekî afirandina jiyanê û beşdarbûna li wê xulase kir û wiha domand: “Em dixwazin muzîkê tev li jiyanê bikin. Gel erênî nêzî me dibe. Her tişt gelekî polîtîk e. Me ev hilnebijartibû. Jiyana me ji polîtîkayê ne cuda ye. Lê rêbaza anîna ziman girîng e. Bîrdariya Mafê Mirovan a hat binçavkirin, ya rastî ji bo me hunermendan alavek e. Rewşeke ew qas tewşo mewşo ye ku mirov bawer nake. Em tenê dixwazin biafirînin û dengê xwe bigihînin gel. 165 roj e 2 mirov di greva birçîbûnê de ne. Ev rewşeke gelekî absurt e.”
‘Mexwest em bibin dengê wan’
Endama komê Ozgu Ozutok jî got, wê roja xwe nas kiriye heta niha bi muzîkê re elaqedar e, strana xwe ya destpêkê jî ji bo kesên hatine wêderkirin çêkirine. Ozutok piştrast kir ku wan di stranê de cih daye gotinên polîtîk û got, “Ji ber rewşa welêt, me di stranên xwe de gotinên polîtîk bi kar anîn. Dema em dixwazin xwe di fabrîkayekê de li ber bandê bibînin, em wê tînin ziman. Em bi vê xwe têr dikin, stranên xwe jî li gorî wê derdixin holê.” Ozutok got, ji ber ku ew jin in, wan xwestiye çîroka Dayikên Şemiyê bikin stran û wiha dewam kir: “Rastiyeke wekî Dayikên Şemiyê li welêt heye. Em bi mentalîteya ku ew roja ku wan zarokên xwe yên winda hîs kirin, derketin holê. Ev stran êdî bûye deynê stûyê me. Em wer difikirin ku her kes ji zarokan hez dike, lê ji zarokên xwe gelekî hez dike. Ev jî rewşek e ku divê bê rexnekirin. Gelek dayik hene ku xizmên wan hatine windakirin. Ji ber wê jî divê her kes ne tenê hez ji zarokên xwe bike, hez ji hemû zarokên din jî bike.” Ozutok herî dawî got ku “Em bi muzîkê dixwazin hêviyê bibînin” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne tenê jin, em dixwazin hemû mirov li kuçeyan muzîkê bikin. Em dema li kuçeyan stranan dibêjin û bi hevalên xwe re hevrû dibin, gelekî kêfxweş dibin. Bila her kes derkeve kuçeyan em li wir in.”