Gelê kurd bi salan e ji bo mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bixwazin li gel hemû pêkutî û zordariyên dewletê di hefteyên ewil de dibistan boykot dikirin. Îsal jî hem ders boykot kirin û hem jî li Gever, Amed û Cizîrê dibistanên seretayî yên perwerdehiya kurdî vekirin. Dibistanên perwerdehiya kurdî yên ku li Gever, Cizîr û Amedê hatibûn vekirin piştî betlana Cejna Qurbanê û bûyerên ji bo piştgiriya Kobanê qewimîn, dîsa dest bi perwerdehiyê kirin. Di pêşengiya saziyên KURDÎ-DER, MAPER û Egîtîm Senê li navenda Amedê bi navê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger li Gevera Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş û li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî Dibistana Seretayî ya Bêrîvan hatin vekirin. Ew 3 dibistanên ku bi desteka welatiyan hatibûn vekirin piştî betlana Cejna Qurbanê dîsa dest bi perwerdehiyên xwe kirin. Lê piştî ku di 15 îlone de ev dibistan hatin vekirin, bi fermannameya Wezareta Karên Hundir ji hela polîsan ve bi hinceta "Serledana fermî nehati kirin" deriyên wan hatin morkirin û girtin. Her çiqas polîsan deriyên dibistanan mor kirin jî hemwelatîyan li hember ve yêke bertekên xwe nîşan dan û morên ku li deriyên dibistane hatin xistin şikandin û nehiştin dibistan bên girtin. Her ku welatiyan morên li deriyên dibistana şikandin polîsan jî hatin dîsa mor kirin. Lê welatiyan her car mora ku polîsan li deriyên dibistana dixist dîsa şkand.


Ji bo xwendevanan du servîs hatin amedekirin

Dibistanên ku li Amed, Gever û Cizîrê hatin vekirin ji Amedê ve tê koordinekirin û pêdiviyên wan jî ji Amedê tên şandin. Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku li Amedê hat vekirin ji hela polîsan ve çar caran hat morkirin. Lê welatiyan destûr nedan ku dibistanên wan bên girtin û morên wan şikandin. Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ji çar pol û du atolyan pêk tê û perwerdehiyê xwe didomîne. Li Dibistana Ferzad Kemanger ji bo 80 xwendevanî kontonjan hatiye vekirin û 65 xwendevan niha perwerdehiyê dibînin. Hîn jî welatî ji bo qeydkirina zarokên xwe serî li dibistanê didin. Ji bo birin û anîna xwendekaran 2 servîs û ger pêwîstî hebe 12 mamoste jî hatin amedekirin. Ji bo karê dibistanê jî 3 rêveber hatin diyarkirin. Xwarina firavînê jî li dibistane tê dayîn û cil û bergên van ji hêla dibistanê vê tên dayîn.

Dibistanên kurdî rastî eleqeyek mezin tên

Li Gever û Cizîrê jî welatiyan morên ku polîsan li deriyê wan xistibûn, şikandin û zarokan 3 hefteyan perwerdehî dîtin. Her çend li gorî hiqûqa gerdûnî ya raser mafê "Pirzimanî, pirçandî, ji zayend û baweriyan re rêzdarî, di polîtîkayên perwerdehiyê de rêzdarî, di polîtîkayan de nepişafkar, bi zimanê dayikê perwerdehiya bêperê û bêgavî" heye jî gavên ku di wî warî de ji hela saziyên sivîl û welatiyan vê hatine avetin, rastî pêkutî û zordariyan dewlatê hat. Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê ku li Cizîra Şirnexê ye jî ji çar polan pêk tê. Ji bo perwerdehiyê ji 100 xwendevanan re kontenjan hat vekirin. Lê ji bo perwerdehiya zimanê dayikê zedetirî hezar kesî serî lê dan. Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a li Gevera Colemêrgê jî, ji ber ku avakirina dibistanê hêj neqediyaye di serî de 45 xwendekar hatin qeydkirin. Piştî ku avahî biqede jî dê 55 xwendekarên din jî dest bi perwerdehiyê bikin. Li dibistana ji du polan pêk tê, bi sedan welatiyan ji bo qeyda zorokên xwe sêrledan kirine.

Elaqe zêde ye kapasîteya dibistanan kêm e

Lê ji ber ku kapasîtaya ve jî 100 xwendevan in, tenê qeyda sed kesî hat kirin. Li dibistana ku li ser zimanê dayikê hatin vekirin xwendekar ewil bi malbatên xwe re çûn dibistanê. Piştî hefteya yekem zarokên xwendekar êdî bi serê xwe hatin dibistanan. Li dibistana waneyên agahiyên jiyanê, hînbûna nivisê, muzîk, waneyên beşan, waneyên hejmarê bîrkarî tên dayîn.

'Civak wê bi zimanê xwe perwerde bibe'

Bêrdevkê Meclîsa Perwerdehiya Neteweya Demokratîk û Serokê Akademîya Ziman a Ahmedê Xanê Abdurahman Bakir diyar kir ku vêkirina dibistanên kurdî ji bo perwerdehiya zimanê dayikê pêngaveke nû ye û mixabin bi tenê çend dibistanên kurdî pewîstiyên ciwakê nayên çareserkirin. Bakir da zanîn ku di wî warî de ev yek xalek gelek girînge û ev gav jî hatiye avetin. Bakir got ku de ew pêngava pêl bi pêl di peşêroje de belav bibe û ciwak bi zamanê xwe were perwerdekirin. Bakir, li ser giringiya perwerdehiya zimanê dayîkê sekinî û got ku ev perwerdehiya dê peşeroja civakê ronî bike. Bakir di dawiya axaftina xwe de li ser xwedî derketina ciwakê rawestiya û got ku bila ciwak li nirx û zimanê xwe bi tekoşîneke xurt xwedî derketin û bidomîne.



HASAN YOLDAŞ/DIHA/AMED