Li navçeya Rezanê ya Amedê xwendekarên Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemenger a perwerdehiya wê bi Kurdî ye, perwerdehî û hindekariya xwe yî sala 2015-2016’an temam kirin. Xwendekarên ku perwerdehî û hindekariya xwe yî îsal temam kirin karneyên xwe wergirtin. 

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli di dema dilxweşî û bextewariya xwendekaran a dema wergirtina karneyê de li cem wan bû û ew pîroz kirin û li gel vê ji ber keda wan spasiya mamosteyan jî kir.  


 AMED