Ciwana 20 salî ya ji navçeya Qereyazî ya Erziromê Nurnisa Aggöz ku ji ber li gundê wan dibistan tune bû di 10 saliya xwe de dest bi dibistanê kir, li ser banga KCD'ê û TZPKurdî di pola 3'an a lîseyê de dest ji dibistanê berda û niha belavkariya Rojnameya Azadiya Welat dike.

10 salî dest bi dibistanê kir

Aggoz, ku di sala 1992'an de li Qereyazîya Erziromê ji dayik bû, ji ber ku li dibistan li gundê wan tune bû û zêde zarokêk jin nedişandin dibistanê di 10 saliya xwe de dest bi dibistanê kir. Aggoz, anî ziman ku piştî xwişka wê zewicî û li navenda Erziromê bi cih bûn, wê jî li cem xweşka xwe dest bi dibistanê kir. Aggoz, da zanîn ku 3 salan li Erziromê xwend û pişt re derbasî Qersê bûn û li gel xwişka xwe 2 salan li Qersê xwen. Aggoz, anî ziman ku di pola 6'emîn de hat Enqereyê û li cem birayê xwe dibistan xwend. Aggoz, da zanîn ku niha Lîseya Anadolu ya Yildirim Beyazit dixwîne û derbasî pola 3'emîn bû.
Aggoz, diyar kir ku wê jî li ser banga boykotê dest ji lîseyê berda û niha Rojnameya Azadiya Welat belav dike û hem bi Kurdî dixwîne û hem jî bi Kurdî dinivîse. Aggoz, anî ziman ku ew dibistanê boykot dike û dixwaze bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibîne. Banga boykotê ji bo salekê bû. Ez dê sa lekê neçin lîseyê. Lê ez dê êdî neçim dibistanê. Ji ber ku min ji ziman û nasnameya min dûr dixe. Ez niha Rojnameya Azadiya Welat belav dikim û di heman demê de ez li Kurdİ-DER'ê perwerdehiya Kurdî dibînim. " 

DÎHA/ENQERE