
Destaya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê li bajarê Serêkaniyê dibistanek fêrkirina mûzîkê ji zarokan re vekir. Merasîma vekirinê bi şahiyekê pêk hat.
Şahî bi beşdarbûna dehan welatiyên bajarê Serêkaniyê û endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Waşokanî hate lidarxistin. Salona şahiyên bi wêneyên hunermendên Kurd Eyşê Şan, Mihemed Şêxo, Delîla, Serhed û Mizgîn hate xemilandin
Merasîmê bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Endamê Tevgera Çand û Hunera Serêkaniyê Şêrîn Omerî axaftina destpêkê kir û wiha peyivî: ʺEv dibistan ji bo pênasekirina folklara Kurd gaveke girîng e. Li vir zarok dê fêrî lêxistina alavên mûzîkê bibin. Hemû ciwan dê ruh bi mûzîka Kurdî bînin.ʺ
Piştî ku axaftin bi dawî bû, koma Jinan a Şehîd Sakîne stran pêşkêş kirin. Piştî ku şahî û stran jî bi dawî bûn, beşdar li nava dibistanê geriyan û li beşê dibistanê temaşe kirin.
SERÊ KANIYÊ