Li gundê Mela Ezîz yê navçeya Xaneqîn a Diyalayê welatiyên gund bi derfetên xwe dibistaneke nû ji bo zarokên xwe ava dikin. Endamê desteya avakirina dibistanê Selam Ebdullah der barê avakirina dibistanê de axivî û wiha got: “Em di nava krîzeke gelekî giran de ne. Hikumet jî welatiyên hejar nayne bîra xwe. Xebata bi hev re hewldaneke baş e, ji bo ku xebata hevpar bibe çandek û bibe sedem ku em di nava xwe de berheman bafirînin, ev xebateke pir hêja ye. Me guncaw dît ku ji bo vî gundî dibistanekê ava bikin. Bi alîkariya kesên xêrxwaz û dilsozên navçeyê û derveyî navçeyê me dest bi vî karî kir.”

Selam di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hikumet ji bo xebatên civakî bûdçeyeke baş venaqetîne û wiha pê de çû: “Di warê yasayî de me destûr wergirt, ji bo avakirina dibistanê. Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê. Lê em bi kar û alîkariya hevpar dibistanê ava dikin. Ji ber ku hikumet nûnertiya gel nake. Belkî hikumet nûnertiya komeke sermayedar û kesên din e. Berjewendiyên xelkê nayên bîra wan. Em jî li benda destê hikumetê nasekinin.” 


 XANEQÎN