Komîteya Xizmetguzariyê ya Komîteya Perwerdeya Civaka Damokratîk (KPCD), mazot û sobe li 33 dibistanên Şêrawa belav kirin.
Bi hatina zivistanê re, komîteya xizmetguzariyê ya girêdayî Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê 150 sobe, 20 hezar lître mazot li 33 dibistanên navçeya Şêrawa belav kirin. Rayedarên komîteyê got, ev beşê yekem ê sotemeniyê ye ku li navçeyê tê belavkirin û teqez kirin ku di demên pêş de ew ê careke din sotemeniyê li dibistanan belav bikin.
Endamê Komîteya Xizmetguzariyê ya KPCD´ê Mehmûd Ehmed got, wan bi qîmeta 4 milyon lîreyên Sûriyê sobe û mazot belav kirine û teqez kir ku di demên pêş de ew ê belavkirina sotemeniyê li dibistanan bidomînin.
ANHA / EFRÎN