CAFER CAGFO / ANHA / EFRÎN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên hovane li dijî gelê Efrînê didomînin. Roj bi roj bi bêdengiya navdewletî û ya rêxistinên mafên mirovan, binpêkirin zêde dibin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Dibistana Şehîd Yûsif a li navçeya Bibilê kiriye baregeheke endamên çeteya xwe. Her wiha dibistana gundê Şêxurzê kiriye girtîgehek ji bo girtina sivîlan.
Di heman demê de, li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine bidestxistin, artêşa Tirk di çarçoveya siyaseta guhertina demografyayê de nasnameyên Tirkî ji şêniyên resen ên Efrînê re derxistine û ew wek koçber nivîsandine.
Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 18`ê Adara 2018`an ve kantona Efrînê dagir kiriye, talankirin û wêrankirin didome. Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên Firqet Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk 75 hezar lîreyên Sûriyê ji welatiyekî temenmezin (60 salî) ê ji gundê Qeregulê yê navçeya Bilbilê li pêşiya çavên şêniyên gund, standin. Her wiha kesên ku fermanên wan red dikin, êşkenceyê li wan dikin. Li aliyê din çavkaniyên ji Racoyê diyar dikin ku bi dehan çeteyên dewleta Tirk darên sindiyan qut dikin da ku bikin komir. Li gorî şêniyan, heger ev yek dewam bike, ew çiya wê di demeke kurt de bibe çolistan.
Her wiha çeteyên Firqet Hemzat ên li gundê Çeqmaqa Mezin 4 hezar lîreyên Sûriyê li ser malbatên Kurd ên di gund de li beramberî parastina wan ji diziyê, ferz kirin.
ANHA/EFRÎN