Ahmet Ekerenê 48 salî, di meha Çile ya 2012'an de di encama operasyonên KCK'ê de li navçeya Cizîra Şirnexê hat binçavkirin û girtin. Ekeren, 2 carah zewicî û 22 zarokê wî hene. Ji 22 zarokan 16 zarokên Ekeren xwendekarên dibistanê ne. Zarokên Ekeren, diyar kirin ku heta bavê wan neye berdan ew dê neçin dibîstanê û bi tevahî boykot bikin. Ji zarokê Ekeren Dîlber Ekeren, diyar kir ku tevî wê 15 xwişk û bira diçin dibîstanê û ji ber bavê wan girtiye niha derûneya wan xirab bûye û wiha got: "Ji ber ku bavê me ev demek dirêje girtiye derûniyame xirab bûye ji ber vê yekê jî em her gav ji dersên xwe paşve dimîn in. Ji ber vê yekê heta ku bavê ne serbest neye berdan em dê dibistanê boykot bikin. Di vê pêvajoya aştiyê de em dixwazin bavê me serbes bê berdan." Hevsera Ekeren a ewil Fehîme Ekeren jî diyar kir ku piştî hevserê hat girtin û şûnde hemû barê malê ket ser milê wê û wiha got: "14 zarokê min hene. Ji vana 8 jê diçin dibîstana seretayî. 8 heb jî yê hewiya min hene. Em bi hev re dijîn. Hemû zarokên hewiya min jî diçin dibîstanê. Hevserê mi zêdeyî salekê ye di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdîn tê girtin. Ji ber vê girtina hevserê min em gekekî hatin mexdûrkirin.Keçika min ya bi çûk nexweş e û lî Edenê tê derman kirin. Zarokê min ê binavê Serbest (17) piyê wî proteze û keserkî ku li me binêre tuneye. Em nikarin mesrefê zarokên xwe ne yê dibîstanê ne jî yê dermankirinê bidin. Ji ber vê rewşê ez gelekî xemgîn dibim. Ez dixwazim demil dest hevserê min serbest bê berdan.  Piştî hevserê min hat girtin malbata me di aliyê aborî û manevî de ketine tengasiyêde. Em bang li Serokwezîrê Tirk Erdogan dikin û em dibêjih hevserê min tenê ji ber Kurd bû hat girtin. Hemû dozên hevserê min li Amedê tên dîtin. Rewşa me ya aborî pir xerab e. Em her rûniştinê nikarin biçin û bên. Em êdi nikarin debara xwe bikin. Her tim doz hat taloqkirin û hevserê min nehat berdan. Hevserê min nêzi 2 salin girtî ye. Em gelek mexdûr bûn. Em dixwazin ev mexdûriyeta me bi dawî bibe. Xezûrê min li hemberî girtina kurê xwe êdî îdare nekir û 2 meh berê jiyana xwe ji dest da. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe.

DÎHA/ŞIRNEX