BÊRÎTAN SARYA / AXÎN TOLHILDAN / ANF/QAMIŞLO

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Mûhammed Salih Ebdo derbarê girtina hin dibistanên li Qamişlo axivî û got: “Hin kesên bi rejîmê û îstîxbaratê ve girêdayî ne, bi navê Suryaniyan hin deverên bazirganiyê vekiribûn. Karê van deveran hatin sekinandin.”

Muhammed Salih Ebdo bi bîr xist ku wan wek Meclîsa Qanûnsaz di çarçoveya Peymana Civakî de sala 2016’an qanûnek derxistibû û wiha peyivî: “Hin xalên vê qanûnê hene. Yek ji van jî ew e ku dibistanên taybet divê destûrnameyê ji desteya perwerdeyê bigirin. Li gorî qanûnê, dibistanên ku destûrname negirtine divê bên girtin. Di xala duyemîn de jî tê gotin, ‘Weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em mufredata xwe li ser ti dibistaneke taybet ferz nakin. Dibistanên taybet divê mufredatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rejîma Baasê bi kar neyînin. Pêwîst e dibistanên taybet mufredatên xwe çêkin û di perwerdeya xwe de bi kar bînin. Divê mufredata perwerdeya rejîmê bi kar neînin.”

 

Hin dêrên Xiristiyan qebûl nekirin

Salih Ebdo diyar kir ku piştî vê biryarê gelek dibistanan deriyê xwe girt, destûrname negirtin û got, “Tenê çend dibistanên bi navê Suryanî û Ermeniyan hatin vekirin, man. Me bi wan re gelek caran nîqaş kir, hin tifaq çêkirin. Lê mixabin xwedî li tifaqê derneketin. Yekîtiya Suryanî ku partiya Suryaniyan a li Sûriyeyê ye û saziyên wê cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û van tifaqan de digire, ev kirin.

Gelek partiyên Kurd û Ereb cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de digirin. Ev qanûn jî ji aliyê nûnerên van partiyan û gelan ve hate qebûlkirin. Hemû gelan qebûl kir. Lê belê hin dêrên Xiristiyan qebûl nekirin. Gotin, ‘Em qebûl nakin ku li derveyî mufredata rejîmê perwerdeyê bikin’. 2 salan me hevdîtin bi wan re kirin. Lê ji ber ku encam jê derneket, li gorî qanûnan ev dibistan hatin girtin.”

Ji bo wan cihekî ticaretê bû

Ebdo got, li Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê 14 dibistan bi biryara dadgehê hatin girtin û wiha dewam kir: “Ev dibistan dibistanên Suryanî nînin. Li wan dibistanan bi zimanê Suryanî perwerde nedihate kirin.

Bernameya wan a perwerdeyê li gorî mufredata rejîmê hatibû amadekirin. Tenê bi navê hin mirovên Suryanî hatibûn birêxistin. Ev dibistan ji bo wan cihekî ticaretê bûn. Bi rêya wan pere qezenc dikirin. Zarok bi pereyan didan xwendin. Di nava Rêveberiya Xweser a Demokratîk de perwerdeya bi pereyan nîne.”

Divê mufredata xwe bi xwe amade bikin

Di dewama axaftina xwe de Ebdo destnîşan kir ku li gorî qanûnên wan, Kurd bi Kurdî, Ereb bi Erebî û Suryan jî bi Suryanî dikarin bixwînin û got, “Li ser vê bingehê me bi hev re mufredatên perwerdeyê yên Kurdî, Erebî û Suryanî amade kirine. Bêguman ev yek ji bo dibistanên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ne.

Dibistanên taybet jî li gorî qanûnê, divê mufredata xwe bi xwe amade bikin. Pêwîst e mufredata rejîmê nebe. Ji ber ku mufredata rejîmê bi temamî li gorî zîhniyeta Partiya Baasê ye. Demokratîk nîne.”

Ebdo diyar kir ku ew naxwazin bernameya perwerdeyê li gorî wan be û got, “Yekane daxwaza me ew e ku bernameya perwerdeyê demokratîk be. Ji ber ku di zîhniyeta mufredata perwerdeyê ya rejîmê de dijminatî heye. Hewl didin gelan li ber hev rakin. Naxwazin Kurd, Ermenî, Suryanî, Tirkmen bi zimanê xwe bixwînin. Dixwazin yekane zimanê perwerdeyê yê li Sûriyeyê Erebî be.”