
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tirkiyeyê ji cihanê dûr dixe, wê tenê bihêle. Dîcle got, bi xirakirina pêvajoya çareseriyê re Tirkiye ber bi Komara Olîgarşîk ve diçe û heger pêvajoyek nû dest pê bike wisa dixuyê ku dê rê û rêbaz ne wek yên berê bin.
Dicle bûyer û qewmînên rojane yên di siyaseta Tirkiyeyê de û rewşa partiyan ji DÎHA’yê re nirxand.
Polîtîkaya dewleta Tirk îflas kiriye
Hevserokê KCD´ê Hatip Dicle li ser tecrîdkirina Ocalan got, Komara Tirkiyeyê her diçe li Rojhilata Navîn heta li cihanê tenê dimîne. Dicle îşaret bi sûcên giran ên dewleta Tirk kir û got, ev sûc siberojê wê wek sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê werin pêşberî dadgehên cezayên navneteweyî. Dicle got, ew nikarin têkiliyên manewî yên bi Ocalan re qut bikin û weha peyivî: “Wisa dixuye ku şîdeta şerê dewletê destpêkirî çiqasî zêde dibe, di warê parastina rewa de jî kûr û hûrbûnek derdekive holê.” Dicle îşaret bi zerarê ev rewş dide Komara Tirkiyeyê jî kir û got, “Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn têk çûye, îflas kiriye. Îro li Rojhilata Navîn tifaqa wan bi çeteyên DAIŞ‘ê re ne tenê ji aliyê welatên Rojhilata Navîn ve, ji aliyê hêzên desthilatdar ên cihanê ve jî êdî tê dîtin. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin.
Heta nuqte û behnok jî haydar bûn
Li ser pirsa ka haya serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ji hevdîtinên li Îmraliyê û mutabeqata Dolmabahçe hebû yan na, Dicle got, “Tiştên şenber ên ku ji me re hatine gotin jî hene. Mînak ji heyeta dewletê yek Musteşarê Ewlehiya Cemaweriyê bû û me rojekê jê pirsî. Me gotiyê, agahiya wezîran jî ji hevdîtinên vê derê heye, wan got, piştî ku em ji Îmraliyê diçin herî dereng di nava saetek û nîv yan jî 2 saetan de girtenameyên hevdîtinan peyv bi peyv li ber Serokwezîr û Serokomar in. Lê tenê kurteya hevdîtinan ji wezîran re radigihînin û wan agahdar dikin. Serokwezîr û Serokomar heta nuqte û behnoka girtenameyan dibînin.”
Hatip Dicle bi girîngî îşaret pê kir ku Erdogan ji hemû detayan agahdar bû û wî bi xwe 5´ê Nîsanê li duriyana biryardayîna bi muzakereyan ber bi komara demokratîk ve yan jî bi feraseta Îttîhat û Teraqqiyê vegera “feraseta şerker, otorîter û faşîst”, berê xwe da rêya duyem.
Ji ber gunehê xwe bêdeng in
Li ser bêdengiya kesên tevlî hevdîtinan bûyî yên aliyê dewletê got, ew baş bi wê dizanin ka kî Tirkiyeyê ber bi felaket û tofanê ve dibe, lê ji ber tirsa ku wê derkeve holê ku aliyê dewletê maseya hevdîtinan qulibandiye qet behsa wê nakin û weha peyivî: “Dema nîqaş dest pê bikin gel wê bibîne bê ka sûcê wan çiqas giran e. Qet nebe sedemên wendayiyên di vê pêvajoya şer de, berpirsiyariya siyasî rasterast ya wan e û ji ber ku ew bi vê dizanin taktîkeke wisa dimeşînin.”
Esas azadiya Ocalan e
Li ser gumanên xwe yên di biwara tecrîdkirina Ocalan de, hevserokê KCK´ê Dicle got, divê dewlet demildest dawiyê li tecrîdê bîne. Dicle xwest saziya li dijî êşkenceyê ya Yekîtiya Ewrûpa (YE) CPT bi erka xwe ya venêriyê rabe û weha peyivî: “Bila gumanên me yên derbarê jiyana Birêz Ocalan de ronî bikin û peywira xwe bi cih bînin. Em dê dev ji vê jî bernedin, lê ya esas azadiya Birêz Ocalan e û derxistina wî ya ji bin vê tecrîda giran e. Ya ku dê vê jî pêk bîne hêza şoreşger a gelan e. Encama ku me ji pêvajoyên berê jî bi dest xistiye hinekî wiha ye. Bidawîbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan tê wateya ku dewlet dîsa bi rêya muzakereyan hevdîtinan pêk bîne û pirsgirêkan çareser bike.”
Wekî berê wê nemeşe
Her weha Dîcle da xuyakirin ku heger pêvajoyek nû dest pê bike wisa dixuyê ku dê rê û rêbaz ne wek yên berê bin, ev teqez e û bi vî rengî peyivî: “Dibe ku pêvajoyeke ku azadiya Ocalan esas digire û beşdarbûyîna hemû kesiman a nîqaşan be û bi awayekî şefaf. Dibe wek mînaka Afrîkaya Başûr be jî. Bi her awayî vekirî. Hemû mînakên cîhanê jî vê nîşan didin.” Dîcle da zanîn ku di Komara Olîgarşîk de di nav partiyên CHP, MHP û AKP’ê de êdî derbarê azadiya Kurdan de ferqek pir zêde nemaye.
SEMRA TURAN/RUKEN DEMİR - DÎHA/AMED