Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, diyar kir ku ew plan dikin ku peravên Çemê Dîcle yên di navbera Pira Farqîn û Baxçeyên Hewselê de sererast bikin û bikin cihê ger û geşta welatiyan.

Hevşaredar Mizrakli, amaje bi plansaziya ber perê rûbarê Dîcleyê kir û got, plana wan ew e li vê derê rêgehên pisqêletan, peyarêyan û baxçeyên fêkiyan çêkin. Ew ê di plansaziya vir de rêzê li xwezayê, mirovan û jîngehê bigirin û Mizrakli aşkere kir ku plansaziya wan ew e ku sê kîlometir li ber perê robarî şûnwarên ku zarok, ciwan û mezin jê sûdê werbigirin bidin avakirin. Mizrakli diyar kir ku ev dever di lîsteya mîrateyên çandî de ye, demeke nêzik ew ê bi rayedarên UNESCOyê re bicivin û li van deran venêrin, projeya xwe ew ê pêşkêşî rayedarên UNESCOyê bikin û ew ê bi hev re binirxînin.

AMED