Sal 2008. Demsal havîn bû. Germahiya tîrmehê li ser eniya Dîcleyê dibû xwêdan û diherikî erdê. Ji ber birîna xwe ya giran nikaribû bimeşe. Ax, xwîn, xwêdan û jiyan careke di kesayeta Dîcle de dibûn yek û ber bi rojê, ber ve Firatê ve diherikîn. Dîrok wekî dîmenê fîlmekî di ber çavên Dîcle de derbas dibe. Destê xwe diaveje berîka xwe û dixwaze pênûsa xwe derxe. Lê belê nabîne û ji ber vê yekê gelekî aciz dibe. Dîroka hezeran salan li ber çavên Dîcleyê diherike.

Na! Na! Dîcle bi xwe dibe dîrok bi zelaliya xwe ber bi pêşerojê ve diçe. Her dîmenek bandoreke cuda li ser Dîcleyê çêdike. Bi her dîmenî demsalek dijî. Bihar, havîn, payîz û zivistana reş û tarî. Carna bêdeng, dilşadî û bi rûkenî diherike, wê demê wekî pepûleyek xwe di nav gulistana gul û kulîlkan de seh dike. Hinek caran jî radibe raperînê û dibe qîrîn. Xwîn zêde diherike. Birîn û êşa wê her ku diçe giran dibe.
Her dilopa ku bi axê re dibe rengê xwezayê diguherîne û lez dide rêwîtiya ber bi welatê stêrkan ve. Dîmenên ku di ber çavên Dîcleyê re derbas dibin her ku diçin zêde dibin û ji berê bi leztir diherikin. Dîroka nehatiye nivîsandin û bîranînên ku hatine jibîrkirin. Dixwaze bi dest û awirên xwe hinekan ji wan bide sekinandin û di nava şînbûna wê de winda bibe lê belê ne hêz û ne jî lezbûna wê têr nake. Biryar digire ku hinekî çavên xwe bigire û bîranînên di tehma evînê de tenê di warê giyanî de seh bike û bi dilekî germ wan hembêz bike. Zarokatiya xwe difikire. Her sibe beriya her kesê şiyar dibû û beriya her tiştî di nava gulistana malê de digeriya. Nedihişt tu kes xisarê bidê û her dem li ber wan nobet digirt. Dema ku gulên rengîn yek bi yek bêhn dikir çavên wê dikeniyan û ji kefxweşiyê nikaribû di cihê xwe de bisekine. Wekî xezalek ku nû bi piyan bikeve zû diwestiya lê dîsa li her derê gulistanê digeriya.
Gelek caran zehf diwestiya û di cihê xwe de radiza. Ji dayika xwe gelek hez dikir û her dem ji bo wê gul û kulîlkên rengîn berhev dikirin. Heya tevli nava refên gerîla bû jî evîna wê ya herî mezin dayika wê bû. Di nava tevgerê de jî ew evîna wê tu carî kêm nebû. Berovajî, bi felsefe û bîrdoziya Rêber APO her ku diçû zêde dibû û wateya xwe ya dîrokî digirt. Nêzî sê salan li qada Serokatiyê ma û li rojavayê Kurdistanê xebitî. Hemû demên xwe dagirtî derbas kir. Xebatên wê herî zêde li ser wateya jiyanê û azadiya jinan bûn.
Ji bo di warê hest, fikr û raman de bigihîje encamê her roj jiyana Serokatiyê dişopand û li ser lênûsa xwe dineqişand. Ew pirs, meraq û legerîna wê bala Serokatiyê dikişand û jê re digot; “Tu jineke navazad î. Ji bo ku tu vê temam bikî pewîst e tu şerekî mezin bidî meşandin.” Wê peyva Serokatiyê ne tenê li lênûsa xwe her wiha li dil û ramanê xwe nivîsandibû û giyana xwe bi wê xurt kiribû. Perwerdeya ku ligel roja me dîtibû bawerî û hêzeke gelekî mezin dabû Dîcleyê. Mejî û dilê xwe bi evîna rojê şûştibû û xwe wekî giyana xwe sivik hîs dikir. Her wiha sozên ku dabû serokatiyê û berpirsyariya ku dabû ser milên xwe baş dizanibû. Ji ber vê yekê ew deh salên ku li welatê evîndaran derbas kiribû gelekî dagirtîbûn.
Herî zêde li zagrosan mabû û li wir bi kulîlkên zozanan re hevaltî kiribû. Dema ku heval derdiketin baxçeyê akademiyê destpêkê kevok, werdek hemû zindî hemû bi aliyek ve direviyan û şopa xwe winda dikirin lê belê dema ku Serokatî bihata hemû disekinîn û diçûn ser dest, mil pişt û serê wî. Vê yekê gelekî, bala Dîcleyê kişandibû û bûbû evîndarê vê dîmenê. Hevala Dîcle bûbû evîndara çiyayên asê yên ku deriyê xwe ji yên wekî Îskenderê mezin re girtîbûn û piştî hezar salan bi dilgermiyek mezin keç û xortên xwe yên cewherî hembêz dikirin. Dîcle herî zêde ji rêwîtiya ku di nîvî de mabû aciz dibû. Di warê hest û dil de bîranînên demên borî gelekî ew şad dikirin. Hundirê çavên wê dikaniyan û dilê wê bi evîneke mezin lê dida. Kîna wê ya li hemberî dijmin mezin bû. Dijmin ne tenê ax û welatê kurdan dagir kiribû, her wiha dixwest xewn û xeyalên wan jî di nava dojeha xwe de winda bike. Cûdî hemû berfa xwe helandibû û bûkîtiya xwe heya demsaleke din ji holê rakiribû.
Nebî Nuh demeke dirêj hemû amadekariyên xwe kiribûn û hemû zindî û rêwiyên keştiyê li benda Dîcleyê sekinîbûn. Çemê Dîcleyê li benda wê bû. Derfet nedîtibû careke din wê hembêz bike û di nava pêlên dîroka wê de xwe winda bike. Nehiştibûn dîroka hezaran salan bi taybetî dîroka xwedawendan careke din ji çemê qedîm guhdar bike. Îşev stêrkên asîman gelekî ronî xuya dikirin. Jixwe hinek ji wan hebûn ku Dîcleyê nav li wan kiribû. Her şev bi wan re qise dikir û ji ronahiya wan hêzê digirt. Bêhneke din ji bo hevala Dîcle wê jiyana nû dest pê bikira.
Tenê şahidên van dîmenan wê stêrkên asîman bûna. Jixwe rêwîtiya herî dawî, rêwîtiya ku hemû deman ji nû ve diafirîne û ber bi wargehên wan ve diçe ye. Îşev mêvanek din ber bi ronahiya wan ve bask dida. Dengê narincokê bêdengiyê têk dibir û li bin banê asîmanê Çewlikê giyanek nû xwe bera nava xwezayê dida. Dîcle di havîneke wisa germ de dibû xelekek ji giyana 14’ê Tîrmehê… Dîcleyê vê giyanê di kesayeta xwe de hemdem dikir.

 MEHMET ACAR / Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere/Rîze