Di roja duwem a dîdara hunerî ya Germiyanê ya li Kelarê de pêşengeheke şêwekarî ya karê dest hate pêşandan.

Li navenda Îdareya Germiyanê bajarê Kelarê, dîdara hunerî di roja duwemîn de bi nîşandana berhemên şêwekariyê dewam kir.

Gelek hunermend, şêwekar û hunerhez di pêşangehê de amade bûn. Di pêşangehê de berhemên hunerî yên karên dest yên jinan û şêwekarên Germiyanê hatin pêşandan.

Di pêşangehê de 94 tabloyên şêwekarên herêmê ku xwedî peyamên taybet bûn, hatin nîşandan.

Hêjayî gotinê ye ku roja yekem a dîdara hunerî ya Germiyanê doh li navçeya Xaneqînê hatibûn destpêkirin. Dîdar wê îro jî li bajarokê Kifrî dewam bike.

 

 ROJNEWS / GERMIYAN