Keşîşxaneya Ardzvaper ya li navçeya Erdîş a Wanê ye, ji ber kolandina defînegeran hema hema bûye xerabe.

Keşîşxaneya Ardzvaper ji ber xemsariya dewleta Tirk hino hino tune dibe. Cihê ku diviyabû lê miqate bin û biparêzin, bûye hedefa defîngeran. Derdora keşîşxaneyê jî tijî çop e. Keşîşxaneya ku di sala 1393’an de hatiye çêkirin, tê gotin ku hingî 60 xwendekarên wê hebûne û yek ji keşîşxaneya herî girîng ya herêma Serhedê ye.

 

WAN