Dewleta Tirk a qirker û înkarker li zindanan jî siyasetên ji dijminatiyê wêdetir dimeşîne. Bi hezaran girtiyên siyasî yên kirine rehîn dihêle bi nexweşiyan can bidin. Ji bo vê jî ne tevdîr, berevajî ji bo girtî bi nexweşî û şewbê bimirin her tiştî dike.
Li zindana Riha, Metrîs û Stenbolê îro çend mînak ên me hene. Ev numûne ji sedan nexweşên giran çendek in. Tevî ku raporên bijîşkan hene ku ev girtî nikarin di zindanê de bimînin jî dîsa nayên berdan û dihêlin di vî halî de bimirin.
Dewleta Tirk a înkarker û qirker li dijî gelê Kurd û gelan siyaseta kokqelandin û qirkirinê dimeşîne. Bi gotina Apê Mûsa di ferhenga wan de navê vê paqijî ye. Ji bo wan kokqelandin û qirkirin paqijî ye. Dema vê dike, huqûqê dijminatiyê jî li cem tineye. Ji dijminatiyê wêdetir kirinê wê hene û di navlêkirinê de zehmetî hene. Ev kirinên xwe li zindanan jî dimeşîne. Û îro em ê çend mînakan ji sedan nexweşên giran bidin.
Mûzaffer Çakmak (65) û Ferîdûn Gunbegî (60) ku di Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de ne, her du jî nexweş in. Bi Çakmak re KOAH, astima kronîk, nexweşîna dil û hestiyan pê re heye û Gunbegî jî bi nexweşîna çolyakê ketiye. Parêzerê wan Hîdayet Enmek, anî ziman ku muwekîlên wî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.
Parêzer Enmek, anî ziman ku muwekîlên wî di 9’ê Cotmeha 2019’an di dema operasyona eskerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajêr polîsan avêtiye ser malan û di avêtina ser malan de muwekîlên wî hatine girtin. Enmek, bilêv kir ku muwekîlên wî nexweş in û xwest bên berdan.
Enmek, diyar kir ku muwekîlên wî ji ber ku endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûne hatine girtin û got, bi vî awayî KCD tê îllegalîzekirin.
Li Metrîsê 3 girtî
Malbatên 3 girtiyên berasteng ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dimînin bang kirin û gotin: “Ligel ku rapora zarokên me yên ‘Nikarin di girtîgehê de’ bimînin hene jî nayên berdan. Zarokên me nikarin jiyana xwe di girtîgehê de bidomînin. Zoriyan dikêşin. Divê tavilê bên berdan.”
Serdal Yildirim ê 27 salî, Abdullah Tûran ê 33 Salî û Engîn Aktaş ê 32 salî yên li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê di heman qawîşê de dimînin, ligel ku rapora wan a Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” heye jî, nayin berdan. Serdar Yildirim berî bikeve girtîgehê qezaya tratîkê derbas dike û ji sedî 98 astengdar dibe. Abdullah Tûran ji stûyê xwe heya piyê xwe bi felçe. Egîn Aktaş jî, her du milîn wî tuneye û nexweşiya weremê pêre heye. Ev her sê girtiyên berasteng bi îdîaya “guman heye wê birevin” nayin berdan. Malbat her heftê hevdîtina telefonê bi zarokên xwe re dikin û der barê jiyana zarokên xwe de bi fikarin, ji rewşê nerazî ne.
Polat xistine hucreyê
Ekîm Polat, di sala 2016’an de li Stenbolê hatiye girtin û 24 sal ceza lê hatiye birîn. Hat diyarkirin ku Polat ê ku niha di Girtîgeha Akhîsarê de ye rewşa tenduristiya wî qet nebaş e. Nexweşîna KOAH û dil bi polat re heye û salek e bi tena serê xwe di odeyekê de dimîne. Piştî şewba coronayê belav bûye malbata wî ji bo berdana wî serî li Wezareta Dadê daye lê belê serlêdana malbatê hatiye redkirin.
Dayika wî Songul Îlker, anî ziman ku heya kurê wê nehatibû girtin tu nexweşînên wî tunebûne.
Dayik Îlker, bilêv kir ku hin derman hene divê kurê wê bi awayekî rêk û pêk bi kar bîne û got, divê ji bo KOAH’ê bê tedawîkirin û ji bo hormona hîpotezê hin derzî lê kevin, lê belê salek ev nayên kirin. Îlker, diyar kir ku kurê wê naşînin nexweşxaneyê jî û got, piştî şewb belav bûye fikarên wan zêdetir bûne.
Greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger
Girtiyên li zindana Kirşehîrê Tîpa Eʼê, li dijî jimartina eskerî û meameleya xerab dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), ragihandin ku bi destpêkirina greva birçîbûnê ya 19ʼê Gulanê re malbatên girtiyan agahî dane wan.
Parêzeran, diyar kir ku dema di 15’ê gulanê de çûne Girtîgeha Kirşehîrê, girtiyan ji wan re ragihandine ku jimartina li ser piya û memeleya xerab li wan tê ferzkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN