Gerîlayên HPG û YJA Starê, ku li Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi xurtî têkoşiyan, bandoreke gelekî erênî li ser gelê herêmê kirin. Hêviya azadiyê ya gelê herêmê, Kurdistanê û tevahiya mirovaniyê ji nû ve şîn bûn. Ev hêvî bi tevlîbûna ciwanên Başûrê Kurdistanê li nava refên PKK’ê re roj bi roj zêde dibe. Yek ji ciwanên ji bo Kurdistana azad û azadiya gelan tevlî nava refên têkoşînê bûye, gerîla Dijwar e. Gerîla Dijwar Qendîl li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. 

Qendîl bal kişand ser şopên kûr û giran ên sîstema kapîtalîst li ser ciwanên li Başûrê Kurdistanê û got, „Hedefa sereke ya van polîtîkayan jin û ciwan in. Ciwanan dixe nava jiyaneke sexte û pûç. Ez bi xwe, berî tevlî nava refên gerîla bibim, gelekî dûrî çand û zimanê xwe bû, ku haya min ji min nebû. Bi sîstemê re ez jî hêdî hêdî ji nasnameya xwe qut dibûm û diheliyam.”

‘Ji bo dewamkirina dozê‘

Qendîl da xuyakirin, ku têkoşîna azadiyê ya hêzên HPG û YJA Starê bandoreke xurt li gelê Başûr dike û bi taybetî ciwan diherikin nava refên gerîla. Qendîl li ser tevlîbûna xwe jî got, “Weke ciwanekî Kurd, min PKK a ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe baş nas nedikir. Piştî ku gerîlayên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê bi xurtî li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan, bi sedan ciwan tevlî nava refên gerîla bûn. Yek ji van jî hevalekî min bû, ku ji bo min gelekî hêja bû. Ji bo welatê xwe bi lehengî şer kir û şehîd bû. Piştî şehadeta wî, ji bo dewamkirina doza me ez jî tevlî nava refên gerîla bûm.”

‘Min nirxên xwe nas kirin‘

Qendîl, guhertina jiyana wî ya li nava refên gerîla wiha vegot: “Di nava jiyana gerîla de ya ku beriya her tiştî bandor li min kir, têkoşîna bi vîn û baweriya ji xwe ya gerîla bû, ku tevî hemû şert û mercên giran jî vê dimeşîne. Hezkirina ji jiyanê û dilsoziya hevrêtiyê jî ku di çarçoveya hezkirin û hurmetê de tê nîşandan, bandor li min kir. Dema mirov qala hevrêyên jin neke, wê kêm be. Ya ku ez matmayî hişt û bandoreke kûr li min kir, têkoşîna azadiyê ya jinê bû. Li Başûrê Kurdistanê nêzîkatiya li jinê gelekî cuda ye. Jin weke mirova di asta duyemîn, sêyemîn de tê dîtin. Lê li vir rewş berevajî ye. Li nava PKK’ê jin pêşeng e. Jin pêşengiyê ji şer re dike. “

‘Divê gel bibe yek‘

Qendîl destnîşan kir, tevgera PKK’ê ne tenê ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê, di heman demê de ji bo azadiya hemû gelên li cîhanê şer dike û got, “Kurdistan bi destê hêzên serdest bû çar parçe. Her parçeyekî welatekî me ji aliyê dewletekê ve hate payêkirin. Mêtîngerî, dagirkerî û asîmîlasyoneke giran heye. Gelê me ji cewher, nasname û çanda xwe tê dûrxistin. Lazim e gelê me yê li çar parçeyan vê bibîne, li ber rabe û têbikoşe. Yekîtiya neteweyî ya li Kurdistanê ji bo tevahiya gelê me girîng e.”

kapîtalîst û hêzên dijminatiyê li Kurdan dikin bibînin û ev bang li ciwanan kir: “Yên ku herî zêde ji cewhera xwe hatine dûrxistin, ciwan in. Hedefa herî mezin a van lîstik û polîtîkayên qirêj jî ciwan in. Ji ber vê yekê divê haya ciwanên Kurdistanê hîn bêhtir ji xwe hebe û tevlî nava refên PKK’ê bibin.”


ZEYNEP NÊRGIZ BOTAN / ANF / BEHDÎNAN