KNK doza diyarkirina helwêst û stratejiyeke hevpar a Kurdan dike, da ku “bikarin bi hev re rê li ber neyaran bigirin û vê tehlîke û belaya mezin ji ser serê xelkên Kurdistanê dûr û belav bikin.”
Pêkhateyên civîna Helwêsta Neteweyî ya KNK’ê bang li KCK, PDK, YNK û hêzên din ên Kurdistanî kir da ku bi lezgînî li hev kom bibin û li dijî dagirkeriyê helwêstê nîşan bidin: “Tirkiyeyê gelek bi zanahî û stratejîk vê polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê bi pêş ve dibe. Li Rojavayê Kurdistanê Efrîn dagir kir û xwe tê de bi cih dike û bi vî rengî rêya Deryaya Spî li ber Kurdan digire. Bi dagirkirina Biradostê jî, dixwaze navenda Kurdistanê kontrola bike û li ser sê parçeyên Kurdistanê, otorîteya xwe ya leşkerî ferz bike.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya Civîna Helwêsta Neteweyî ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk belav kir. Civîn 27’ê Tîrmehê li Brukselê hatibû lidarxistin.
KNK´ê di encamnameyê de got, “Di van 30 salên dawiyê de li welatê me rewşeke nû rû daye û sala 1991’an li Başûr, paşê jî li Rojavayê Kurdistanê du îdareyên xweser pêk hatine. Em baş dizanin ku ne Îranê ne jî Tirkiyeyê ev pêkhatin ti caran qebûl nekirine û her dem lê geriyane ku her bi çi rengî be, van pêkhatinan di sêrî de xirab bikin, heke ji wan neyê jî têkvedanê bikin û hilgirine binê ablûkayên polîtîk û leşkerî û ekonomîk.”
Ji Efrînê heta bi Bradost û Kerkûkê
KNK´ê îşaret bi dewra dagirkeriya Tirk kir û git, ne tenê di warê leşkerî de ye di heman demê de dagirkeriyeke çandî û aborî jî bi pêş xistiye û wiha dewam dike:
“Piştî bûyerên referandûma 2017’an, di dagirkeriya Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê de, dewleta Tirk û Îranê roleke sereke lîstin. Niha jî destê herdu dewletan di guhertina demografî ya Kerkûk û deverên din de heye.
Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê îdareya xweser pêk hat, dewleta Tirkiyeyê konsepta êrişkariya xwe nû ve kir û pîlana xwe ya dagirkeriyeke giştî da destpêkirin. Ji Ezaz û Cerablûsê dest pê kir û herî dawiyê jî Efrîn dagir kir. Niha jî amadekariya dagirkeriyeke berfirehtir dike û berê xwe daye Kobanê, Girî Spî û Cizîra Rojavayê. Bi dagirkirina Biradostê jî, dixwaze navenda Kurdistanê kontrola bike û li ser sê parçeyên Kurdistanê, otorîteya xwe ya leşkerî ferz bike.”
Dagirkeriyeke mayînde dane ber xwe
KNK´ê li ser rengê nû yê dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî hişyar kir û got, “Êdî bi avakirina binkeyên leşkerî û istîxbarî qayîl nîne û dixwaze navçeyên firehtir û stratejîk bi temamî dagir bike û tê de bi cih bibe. Ji bo vê jî destpêk ji cihekî giring û stratejîk, ji navçeya Bradostan dest bi dagiriya Başûrê Kurdistanê kir.”
Weke sedem nîşandana PKK´ê jî KNK wiha şirove dike: “Dewleta Tirkiyeyê da ku baldariya mirovahiya demokratîk şêlû bike, êriş û dagiriya xwe weke operasyona dijî PKK´ê dide xuyakirin. Ev bi temamî manîpulasyon e û berevajîkirina rastiyan e. Projeya dewleta Tirk ev e ku di sedsaliya (2023) avakirina Komara Tirkiyeyê de, di çarçoveya “Mîsaqî Millî” (Sonda Neteweyî) de sinorên xwe fireh bike.”
KNK doza diyarkirina helwêst û stratejiyeke hevpar a Kurdan dike, da ku “bikarin bi hev re rê li ber neyaran bigirin û vê tehlîke û belaya mezin ji ser serê xelkên Kurdistanê dûr û belav bikin.”
Bi helwêsta hevpar dagirkeriyê asteng bikin
Biryarên encamnameyê jî paşê hatine rêzkirin ku em yê girîng li jêr parve dikin:
* Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Biradostê xencerek e di nîveka dilê Kurdistanê de. Dagirkirina vê navçeyê wê rê li ber bizava azadîxwaziya Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê bigire û her wisa jî dê rê li ber têkbirin û hilweşandina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê xweş bike. Li hember dagiriya dewleta Tirkiyeyê, hemû Kurdistanî hêz û dengê xwe bikin yek û li dijî vê bêdadiya dewleta Tirkiyeyê rawestin.
* Êrişên hewayî û reşahî yên dewleta Tirk ji devera Zaxo heta Qendîlê berdewam in. Leşkergehên xwe yên daîmî ava dikin ku ev tê maneya dagiriyeke mayînde. Ji ber hindê divêt hemû Kurdistanî li dijî vê dagirkeriya daîmî ya dewleta Tirkiyeyê nerazîbûna xwe bi rengekî aktîv bidin xuyakirin.
* Girêdayî vê dagirkeriya aktuel ya dewleta Tirkiyeyê ya devera Biradostê û Behdînan, her wisa pêwîst e dagiriya li ser rojavayê Kurdistanê li Efrînê, Ezaz, Bab û Cerablusê jî bête mehkûmkirin û ji dewleta Tirkiyeyê bête xwestin ku zûtirîn dem dawiyê li van êriş û dagiriyên xwe bîne û ji cihên dagirkirî derkeve.
* Li vê derê bi giringî em dixwazin bala hukûmeta Iraqa Federal jî bikêşînin ser vê bûyerê ku dewleta Tirkiyeyê tixûbên fermî yên Iraqa Federal dibezîne û hemû norm û qaydeyên cîranî û hukumraniya Iraqê binpê dike û êrişên xwe didomîne û axeke berfireh dagir dike. Hukûmeta Iraqê divêt wekî mafê xwe yê huqûqî, hem tixûbên xwe yên fermî, hem jî hevwelatiyên xwe yên navçeyê biparêze û li dijî vê dijminahiya dewleta Tirkiyeyê tedbîran bistîne.
* Ji bo li hember van êriş û vê dagirkeriyê tedbîr bêne girtin, beşdarên civînê, bang li KCK, PDK, YNK û hemî hêzên Kurdistanî dike ku rojekê beriya ya din, kom bibin û li hemberî dagirkeriyê helwêsteke hevbeş nîşan bidin.
BRUKSEL