Wezareta Karên Derve ya Tirk, îdîayên çapemeniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li ser referandûma li Başûrê Kurdistanê derewandin. Dewleta Tirk, ji roja destpêkê ve dibêje ew li dijî referandûmê û serxwebûnê ye. Lê dezgeyên çapemeniyê yên PDK’ê, pêr nûçeyeke ku çavkaniya xwe nediyar, weşand û tê de îdîa kiribû ku “Dewleta Tirk wê serxwebûnê qebûl bike.”
Di nûçeyê de hatibû îdîakirin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû gotiye, “Eger hin şert û merc bi cih werin wê Tirkiye serxwebûna Başûrê Kurdistanê qebûl bike.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirk Sefîrê Bliind Huseyîn Muftuoglû li ser mijarê daxuyanî da û ji bo vê nûçeyê got: “Bi temamê bêsparte û bê bingeh e.” Muftuoglû got, “Di her platformê de me ragihand ku em li dijî biryara referandûma serxwebûnê ne. Ev yek di her qonaxan de hatiye ziman.” Muftuoglû diyar kir, ku di helwêsta wan de ti guhertin nîne. Piştî vê daxuyaniyê, dezgeyên çapemeniyê yên PDK’ê, nûçeya navborî ji malperên xwe derxistin. Di nûçeyê de ku agahiyên xwe dispart rayedarên PDK’ê hatibû îdîakirin, ku eger gefek ji Başûrê Kurdistanê li hemberî Tirkiyeyê nebe, wê Tirkiye serxwebûnê qebûl bike.
Wekî din, balkêş e ku Tirkiye pereyê petrola ku PDK difiroşe Tirkiyeyê biriye. Piştî ku mijar kete rojeva çapemeniyê, Berdevkê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Sefîn Dizeyî got, “Transfera pere ne ji ber sedemên siyasî, lê ji ber pirsgirêka teknîkî ya navbera bankayên transferê dikin, sekiniye.”
ENQERE