Xizmên Medya Çinarê ya ku bi armanca şermezarkirina tecrîdê şermezar bike çalakiyeke fedaî kir û şehîd bû, ji Amedê çûn gundê Mêrgik û xwestin sersaxiyê maliyên şehîdê re bixwazin. Lê di ketina gundê Mêrgik de eskeran destûr neda xizmên Medya bikevin gund.
Medya Çinar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 25’ê Adarê çalakiya xwe ya fedaî kiribû. Esker û polîsên dewleta Tirk cenaze desteser kir û bi darê zorê û bi şev li gundê Mêrgikê yê ser bi Qosera Mêrdînê, defin kir. Dorgirtina li gund a ji aliyê eskeran ve heta nûçeya me dihat amadekirin jî dewam dikir. Eskerên ku dor li gund girtine, destûrê nadin ku kesek bikeve gund.
Xizmên Medyayê yên ji Amedê xwestin biçin gundê Mêrgikê, di ketina gund de hatin astengkirin. Eskeran destûr neda ku ev xelkê hanê biçe gund û xizmên Medyayê jî ji ber astengiya eskerên Tirk, neçar man ku vegerin Amedê.
Parlamenterên HDP’ê Tuma Çelîk, Pero Dundar, Ebru Gunay, Feleknas Uca, Necdet Îpekyuz û Selçuk Mizrakli ji di nav de bi sedan kesî xwest biçe gund, ew jî ji aliyê eskeran ve hatibûn astengkirin. Her wiha Dayikên Aştiyê yên beriya cenazeyê çûbûn gund; eskerên Tirk ew bi zorê ji gund derxistibûn.
MÊRDÎN