Dewleta Tirk ji ber peyva Kurdistanê ceza li Zarok TV´yê birrî. Dewleta Tirk peyva Kurdistanê weke pesindayîna terorê bi nav dike û nikare xwe li gotina Serhildana Nisêbînê jî ragire.
Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) ku saziya sansûr û şerê taybet ê li dijî gelê Kurd û doza Kurdistanê ye, ji ber ku Zarok TV´yê du stranên cih didan navê Kurdistanê weşandin, ceza dayê. Bi gotineke din yekem kanala zarokan a Bakurê Kurdistanê Zarok TV ji ber navê Kurdistanê hat cezakirin.
Di yekê ji stranên sedema ceza de peyvên “Serhildana Nisêbînê” û “Roj hilatiye li Kurdistanê” û di ya din de jî “Kurdistan pir şîrîn e” weke sedema cezakirina Zarok TV´yê hatine nîşandan. Yanî dewleta Tirk eşkere dijminatiya xwe li Kurd û Kurdistanê bi her hincetê nîşan dide û kanala televizyonê ya zaroka Zarok TV jî ne îstîsna ye.
Serhildana Nisêbînê RTUK hejand
Zarokekê li ser ekranên Zarok TV beriya Newrozê, di 17´ê Adarê de strana “Gula min Cizîra Botan e” gotibû û RTUK´ê ev stran wergerandiye zimanê Tirkî û gotinên “Serhildana Nisêbînê” û “Roj hilatiye li Kurdistanê” di rapora xwe de weke propgandaya ku xizmeta rêxistinên terorê dikin, nîşan daye. RTUK´ê wekî din, behsa bernameyeke 20ê Adarê kiriye ku tê de koroya zarokan strana “Kurdistan pir şîrîn e” gotiye û vê jî weke pesindayîna terorê şîrove dike.
“Navê Kurdistan lê kirine”
Di rapora RTUKê de hatiye gotin ku di stranan de pesnê erdnîgariyekê didin ku navê “Kurdistanê“ lê kirine û ji aliyê Komara Tirkiyê ve nayê qebûlkirin.
Herwiha hatiye gotin, “bernameya ku ji aliyê naverokê ve li gorî xizmeta armanca rêxistina terorê hatiye amadekirin, zarokan jî tevlî vê armancê dike û propaganda dikin”.
Karê yekem ê RTUK´a Erdogan e
RTUKê bi hinceta prensîpa xwe ya “nabe pesnê terorê were dayîn û were teşwîqkirin, nabe rêxistinên terorê bihêz yan jî mafdar nîşan bide”, cezayê “wergirtina dahatên reklaman ji sedî 2 heta 5” da û cezayê “5 caran rawestandina bernameyê” li Zarok TV´yê birrî.
Li vir hêjayî bibîrxistinê ye ku bi biryarnameya Tayyip Erdoganî RTUK hîna nû çû ser bi Wezareta Çand û Tûrîzmê ya kabîneya serokkomarê dewleta Tirk Erdogan bi xwe. Bi her halî, kesê qaşo zana yê ku rapora RTUK´ê amade kirî navê Kurdistanê bi giştî weke pesndayîna terorê dibîne. Û saziya ku ev yek wisa qebûl kiriye yek ser girêdayî wezareta kabîneya heyî ya hikûmeta Erdogan e. Heman Erdoganî serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hema piştî serketina xwe ya bi hîleyan a di hilbijartinan de qebûl kir. Gelo wî Nêçîrvan Barzanî jî ji ber sifetê wî weke pesnderê terorê bi nav kir yan na, cihê meraqê ye.
Beriya niha girtibûn
Hêjayî bibîrxistinê ye ku heman dîktarorî Îlona 2016’an bi fermanekê, Zarok TV dabû girtin. Paşê, ji ber nerazîbûna xelkê ya xurt destûr di Kanûna heman salê de hatibû dayîn ku ew careke din weşana xwe bike. Ev destûr jî bi şertê ku weşana wê ji sedî 40 bi Tirkî be, hatibû dayîn.
ENQERE
Kurdistan pir şîrîn e!

Yek ji stranên ku bû sedema birrîna ceza li Zarok TV´yê strana “Kurdistan pir şîrîn e” ye ku hunermendê nemir, Mihemed Şêxo muzîka wê çêkiribû. Peyvên her sê ferdayên destpêkê yên stranê li jêr in:
Kurdistan pir şêrîn e
Tevde mêrg û kanî ne
Ew buhuşta cîhan e
Buhuşt xeyrî wê nîne
Pênc hezar sal em hebûn
Em tevde azade bûn
Millet tev bindestê me
Yek ji me Selahidîn e
Welatek pir hêja yî
Welatê me Kurda yî
Li cihan tev deng vedayî
Tu weke find û çira yî