Li Belûcîstanê ku yek ji herêmên aloz ê Pakîstanê ye, Prensê Siûdî Fahd Bîn Sûltan û derdora wî, di nêçira çûkên hubara ku ji famîlya toygilan e, teyrênbaz ên taybet bikar anîn. Nêçira van çûkan di warê teorîk de qedexe ye, ji ber ku bi gefa tinebûnê re rû bi rû ne.

Lê belê rayedarên Pakîstanê di nava deh rojan de ji bo nêçira 100 ji van çûkan destûrên taybet dan van dewlemendan. Rayedarekî ji Wezareta Daristanan got, "Lê belê prens bi tena serê xwe 1977 çûk qetil kir, yên pê re jî 123 çûk qetil kirin." Rayedar got, "Me ji payebilindên xwe xwest ku dawî li vê pratîkê bê anîn, ji xwe ev çûk bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne."
Ji ber ku monarşiyên kendavê ji bo Pakîstana xwedî aboriyeke hesas e kirêgirên girîng e, ev mijar ji bo Pakîstanê hesasiyeteke dîplomatîk e.
Çûkên Huabara li stepan û qadên nîv çolî dijîn. Ji bilî xeteriyên hawirdorê, xwedîkarên teyrêbaz ên Ereb, ji bo van çûkan gefa herî mezin in. 

QARAÇÎ