Dijminê ziman û nivîsa Kurdî
Qeyûmê ku Şaredariya Sêrtê dagir kiriye, pirtûkên Kurdî yên di Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedîrxan a di şaredariyê de, rakirin.
Qeyûmê dagirker, pêşî lewheya bi Kurdî a li ser deriyê pirtûkxaneya şaredariya Sêrtê da rakirin; piştî rakirina lewheya Kurdî, vê carê jî pirtûkên Kurdî yên li pirtûkxaneyê rakirin. Ev bûyera sosret, piştî xwendekarên zanîngehê çûn pirtûxaneyê û pirtûkên Kurdî nedîtin, derket holê. Xwendekaran ji rayedarên pirtûkxaneyê pirsa “Çima pirtûkên Kurdî ne li cihê xwe ne kir”, lê rayedaran got, “Em nizanin” û hewl dan ser bûyerê bigirin.
Hat diyar kirin ku li ser dîwarê derve yê pirtûkxaneya Kurdî, bi boyaxa sprey a sor nîşaneya Rabîa hatiye xêzkirin û nivîsên “Yek al, yek netewe, yek welat û yek dewlet” û “Heskirina welat ji îmanê ye” hatine nivîsandin. SÊRT