
Li navçeya Colemêrgê Geverê, tîmên taybet ên Tirk, bi wesayitên zirîpoş dor li goristanê girtin û cara 5’an ziyan dan goristanê.
Li goristanê gorên gerîlayên HPG/YJA-Starê û şervanên YPG/YPJ’ê yên şehîd hene. TîmênTaybet ên dewleta Tirk a dagirker li goristanê kêlên goran şikandin û gor xira kirin.
Li gorî xelkê navçeyê û xwediyên kesên gorên wan li qebristanê, doh berê sibehê saet 05.00’an gelek wesayitên zirîpoş yên tîmên taybet ên Tirk dorê goristanê digirin, ziyanê didin dîwarên goristanê, kêlên goran û kulîlkên li derdora goran ji hildikin. Dema tîmên taybet ên dewleta dagirker ji goristanê derdikevin jî sirûdên nîjatperest gotine û gule li derdorê reşandine.
13’ê Adara 2016’an jî, dema ku şerê li dijî Kurdan de 2 caran ziyan dabûn heman goristanê. Piştî ku berf heliyabû malbatan cihên ku tîmên taybet ziyan dabûnê, çêkiribûn, lê 7’ê Îlona 2016´an û 29’ê Nîsana 2017’an dîsa ziyan dabûne goristanê. Bi vê êrîşê re ev bû 5 car ku gorên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê xira dikin. Xelkê navçeyê dibêje, dijminekî evqasî bê exlaq û haya nehatiye ser rûyê erdê.
COLEMÊRG