Li gorî agahiyên ajansa fermî ya Sûriyeyê di 2 teqînên ku li bajarê Helebê bi wesayitên bombebarkirî pêk hatine de 29 kes hatine kuştin. Her wiha li gorî heman çavkaniyê muxalefeta çekdar 2 nexweşxane û dibistanek rûxandiye l êli gorî çavkaniyên muxalefetê jî artêşa fermî ya rejîma Sûriyeyê ew dibistan û nexweşxane wekî bargeheke leşkerî didan bikar anîn lewre ew bûne hedefa êrîşên artêşa azad. Li Şamê j îli taxên Camiya Furqan, Meyselûn, Ansar û Slêmaniyê şer û pevçûnên giran di navbera artêşê û muxalfeta çekdar de pêk tên. Di encama van şer û pevçûnan de jî herî kêm 6 kes ahtine kuştin. Her wiha li Humsê jî wesayiteke rêwiyan hate topebarankirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 35 kesên din jî birîndar bûn. Li Idlibê jî di encama topebarana balafirên şer û tankên dewletê de 16 kes li deverên cuda ên vî bajarî hatine kuştin. 

ŞAM