Di encama şer û pevçûnên di navbera artêşa rejîmê û yekîneyên muxalefeta çekdar de tevî ku qaşo agirbest hebû şer û pevçûnên dijwar qewimîn û dîsa para herî sereke ji qurbaniyan kesên sivîl ên bê guneh bûn.
Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Welatên Ereb Exder Îbrahîmî daxwaz ji Sûriye û muxalefetê kiribû di cejnê de agirbestê ragihînin. Li ser pêşniyara Îbrahîm di cejna Qurbanê de agirbest hatibû ragihandin. Tevî agirbestê jî li Sûriyê di cejna Qurbanê de 425 kes hatin kuştin.
Rêxistina Mafê Mirov a Sûriyê (SNHR) di daxuyaniyekê de diyar kir ku di navbera rojên 26-29’ê cotmehê ku agirbest hatibû ragihandin de, di encama operasyonên rejîma Esed de 425 kes hatine kuştin. Di nava kesên hatine kuştin de 40 zarok û 30 jin jî hene.
SNHR diyar kir ku li tevayî Sûriyê 103 kes hatin kuştin. Di cejnê de li Şam û derdora wê 183, li Helebê 90, Îdlîb 68, Hûmis 25, Deyr ez Zor 25, Deraa 21, Hema 10, Hesekê 2 û li Reqqayê jî kesek hatine kuştin.
Di nava kuştiyên di rojên cejnê de derdora 20 kurdan jî hebûn ku di encama êrîşa yekîneyeke artêşa ‘Azad’ de hatibûn kuştin.
Li Şamê teqîn
li bajarê Cirmana ya ser bi parêzgeha Şamê otombêleke bombekirî hate teqandin û herî kên 30 kes bûne qurbanî.
Ji aliyekî din ve hin jêderên ragehenadinê diyar kirine ku ew kesê xwekuj bi otombêla bombekirî li taxa Rewda ya bajarê Cirmana ketiya nava bazara wê û xwe teqandiye û di encamê de 10 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye ev teqîn di roja dawiyê ya agirbesta ku şandiyê Netweyên Yekbuyî û komkara Ereb ku di navbera aliyên hevrik li sûriyê ragehabndiye tê. Lê agirbest ji roja yekem a cejna qurbanê hate binpê kirin.
Heyeta çavdêran
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergeî Lavrov, îro 29/10, di kongireyekî rojnamevanî li gel şandiyê navnetewî bo Sûriyê Exzer Ibrahîmî lidarxist û ragehand ku Rûsya piştgîriyê dide ku car din şandiyên çavdêran ên Neteweyên Yekbuyî vegerin Sûriyê li vê care bi hejmareke baş û ev yek jî piştî agirbestekê û bi biryara encûmena asayîş ê û razîbûna hikûmeta Sûriyê dibe.
Laverov got: "Di baweriya min de dema ku em hemû li ser cîbicîkirina beyannameya Cinêvê kar bikin, gava yekem ku em bikin ewe ku sekinandina tundûtîjiya li Sûriyê di navbera hemû aliyan de ye. Ev yek jî teqez çavdêriya navdewletî pêwîste û emê vegera şandiyên çavdêrên navnetewî bo Sûriyê piştgîr bin û bi awayekî ku hejmara wan jî bê zêde kirin."
Wezîrê derve yê Rûsya got: "Ya giring ewe ku em bikarin hemû aliyên Sûriye razî bikin ku divê xwe ji bo vê senaryoyê amade bikin. Em wek Rûsya jî peywendiyên me bi hemû aliyan re çi hikûmet û çi muxalefetê re jî heye.
HELEP