Meclîsa Jinê ya HDK-Hambûrgê bi wesîleya 25’ê Mijdarê çalakiyek lidar xist. Jinên li ber avahiya Şaredariya Altonayê li hev civiyan pankartên bi nivîsa “Em li dijî nîjadperestî, şer û kuştina jinan li ber xwe bidin” û “dest nede vîna min, wekîlên min” vekirin. Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn û tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP’yî weke êrîşa li destketiyên jinan û vîna gel hat binavkirin. 

Li herêma Croydon a paytexta Îngilîstan Londonê, Komîsyona Jinê Croydon û Meclîsa Jinê Roj, meşek organîze kirin. Di meşê de dirûşmên “Destên xwe ji mafên me vekişînin”, “Na ji destavêtina li zarokan”, “Na ji tecawizkaran” hatin qîrîn. Li ser wateya 25’ê Mijdarê jî bi sedan belavok hatin belavkirin. Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û helwesta li dijî mirovahiyê ya hikûmeta AKP’ê ya li dijî jin û zarokan, hat şermezarkirin.

Li bajarê Readîngê jî bi organîzeya Jinên Roj meşek hate lidarxistin. Meş piştî dayîna daxuyaniyê, li navenda bajêr qediya.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, jinên Kurd ên li navçeya Yarşov a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, li hev civiyan. Kombûn bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd a Yarşovê pêk hat û jinan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê vekirin. 

Çalakiyên jinên Kurd ên bi mûnesebata 25’ê Mijdarê wê di dawiya hefteyê de derkevin asta herî bilind. 


 NAVENDA NÛÇEYAN