Di nûçeyê de tê destnîşan kirin ku ji dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1999'an de hate girtin û heta niha, sal û nîvên dawî pêvajoya herî bi sîdet a şerê navbera PKK û dewleta Tirk e. BBC ji merasîma cenazeyê gerîla Orhan Akdogan hin dîmenan dide û hêrsa Kurdan a li himberî şîdeta dewleta Tirk bi şahidan dide xuyakirin.
Nûçe desnîşan dike ku PKK xwe dispêre girseya li herêmê û ev jî sedemeke girîng e ku artêşa Tirk wisa bi hêsanî nikare rêxistinê bi darê zorê têk bibe.
Helwesta Kurdan a beramberî perwerda dewletê jî di nûçeyê de wiha tê vegotin: "Ev dibistan bi Tirkî, ne bi Kurdî perwerdê didin. Piştî xirûcir û hin pevçûnan zarok û ciwan agir berdidin sinifeke dibistanê. Polîsê Tirk di nava wesaîtê zirxkirî de gaza çavsotîner davêjn ser ciwanên dibistan sotîner.
BBC herwiha cih dide van nêrînên Saredarê Semzînanê Sedat Tore jî: "Kengî Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan hejmara kesên di ser de mirine dide û dibêje pirsgirêka Kurd tîne, ew di heman demê de hêviyên ciwanan hildiweşîne û dibe sedem ku bi sedan ciwan berê xwe bidin çiyê."
Karayilan: Heta azadiyê têkoşîn
BBC li gel Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan jî axiviye û balê dikşîne van gotinên wî: "Heta ku Tirkiye weke welatekî demokratîk pirsgirêka Kurd çareser neke, wê têkoşîna me bidome û çekdanîna me ne mijara gotinê ye. Heta Ewropa û DYA Kurdan li Rojhilata Navîn weke netewe qebûl nekin û heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, aştî, aramî û demokrasî li herêmê jî pêş nakevin."
Karayilan îdîayên ku ew destekê ji Sûriyeyê û Îranê digirin jî red dike û dibêje ev bi temamî propogandayên derew ên dewleta Tirk in. Li ser pirsa têkildarî teqîna Dîlokê jî Karayilan tîne ziman ku hİkûmeta Tirk derewan dike, ti têkiliya rêxistina wan bi bûyerê re tine û jixwe ew ti caran sîvîlan ji xwe re nakin hedef. Tevî Şerê ku di navbera aliyan de pir bi dijwarî dimeşe jî, Karayilan dîsa jî dibêje PKK hertim amade ye bi hikûmeta Tirk re ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevdîtinan pêk bîne.
Nûçe bi bîr dixe ku Serokwezîrê Tirk jî berî demekê bi awayekî anîbû ziman ku hevdîtin dikarin pêk bên. Tevî vê yekê BBC li ser helwesta raya giştî ya Tirk jî vê sîroveyê dike: "Li hêla din, ango li nava raya giştî ya Tirk rewşeke cuda heye. Di dawiya Îlonê de, bi hezaran kes axaftina Erdogan a di kongreya AKP'ê de bi tezahuratê disopînin û dixwazin tedbîrên dijwar li himberî PKK'ê bên standin."
BBC cih dide van gotinên Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu jî: "Em bi awayekî piralî li dijî komên terorê şer dikin. Lê belê em di warê demokratîk û aboriyê de jî tedbîran werdigirin."
BBC wiha dawî li nûçeyê tîne: "Tevî vê yekê ev gotinên Davutoglu bala serhildêrên PKK'î nakişînin û têrê nakin ku ji çiyê dakevin. Dewleta Tirk dikare hê jî herêmê birêve bibe, lê belê eskerên Tirk mecbûr in li derdora navçeya Geverê di cîpên zirxkirî de bilivin. Serdanpê bi çek û rextan xwe girê didin, nikarin li ti derê vê yekê ji kesî vesêrin."
LONDON