Bi salan e ku rewşa Başûr di bin tîrên rexneyan de ye, rayedaran got, "Em ê Başûr ji we re bikin Dûbaî" lê piştî 24 salan gel di rewşa herî xerab a jiyanê de û sibe çi dibe diyar nîne, ew her biharê dibêjin, em ê ji we re dewletêkê ragihînin û wisa jî bi hisên gel dilîzin, lê piştî ew qas salan niha li ser vegera Arteşa Iraqê ji bo cihên di şerê li hemberê DAIŞ´ê de hatine azadkirin, li parlemana Iraqê pêşniyar qanûn tên derxstin. Hesabên partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê li ser dengdanên dema pêş ji ber dagirkirina Mûsil û Şengalê ji aliyê DAIŞ´ê ve û derketina van herêman ji bin kontrolê, PDK ketiye panîkê, mirov ji panîka wê jî fam dike, niha hemû hesabên din li Kerkûkê dikin.
Niha 850 hezar Kurdên ji deverên derveyî Başûr koçber bûne hene, lê mafê wan yê dengdanê nîne û bi taybetî jî ji Kerkuk, Şengal û derdora Musilê.
Balkêş e kûu hêzên Çekdar, zêrevanî û pêşmergeyên PDK´ê li Kerkûkê dest daniye ser hin bîrên Petrolê û vê yekê jî YNK´ê, Gorranê, partiyên din û heta gel jî aciz kiriye.
Bi salan e ku li ser Kerkûkê nîqaş tê kirin, lê ji ber ku statuya Kerkûkê û nifûsa wê dengeyên siyasî li Başûr wê biguherin, hêzên siyasî di nava hikûmeta herêmê û hem jî li Baxdayê siyaseteke parçe parçe dimeşînin û projeyeke wan a stratejîk nîne û gotara wan hev nagire, niha jî bi pirsgirêkên xwe yên hundir mujûl in, û her kes li ser kursiya serokê herêmê nîqaş dike.
Her roj bi sedema pirsgirêkên çaresernekirî alozî zêdetir dibin û civak li ber teqînê ye, jixwe teqîna xwekuştinê ye, rev ji welat û hin rêbazên din nîşan didin. Marîfet jî ne ew e ku timî binê pirsgirêkan were kolan, bi van pirgirêkan her kes dizanê. Partiyên desthilatdara ku mirov wan bixe rêzbendiya partiyên kilasîk wê pênaseyeke di cih de be, çandeke xirab hînî civakê kirine ku timî gazinan dikin, pir kêm pêşniyarên çareseriyê tên pêşkêşkirin. Ew jî aliyekî xwe yê rewa heye ji ber ku ti îrade ji civakê re nehiştine heta ku karibe bi baweriyê xwe birêxistin bike û ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê niha piranî gehiştine asteke ku dibêjin ev hikûmet û ev partî nema pirsgirêkan çareser dikin û dema wan jî derbas bûye û dibêjin "me pir şans da wan, lê dengê me bi avê de çû".
Wer bawer im êdî hêvîkirina ji van partiyan mîna ku mirov li benda dîk bê ku hêkan bike. Pir bendewarî ji partiyên ku danakevin nava civakê û ji qesr û vîlayên xwe dernakevin, ne di cihê xwe de ye. Jixwe kesek nîne ku bi vê rastiyê nizanibe. Di 30 Tebaxê de piştî 2 mehan nîqaş û piştî 6 cîvînan derdikevin û dibêjin "me li hev nekir, tenê hin pêşniyar hene û divê antîpropagendeya medya jî bisekine". Çima medya?
Ji ber ku Medya tekane der e ku civak pê dikarê zanibe li vî welatî çi diqewime û niha medyaya Kurdî jî ne weke berê ye û pir aliyên tarî yên van kêşmekêşên siyasî û berjewendiyên aborî radixe ber çavan.
Çi qasî propagendeyeke bi zanebûn heye ku ciwanan ji welat direvînin û koçber dikin, lê tevî ku heta astekê rastiyeke xwe heye lê nava ciwanên Başurê Kurdistanê de lêgerîneke pir bi wate heye ku hêviyê dide. Ciwanên Başûr dibêjin, mesafeyeke cidî di navbera me û van partiyan de çêbûye û nema gel bi wan bawer dike, em li alternatîvên din digerin, hawcedarî bi muxalefeteke xurt heye ku hêviyê bide gel".
Bêguman bi tenê bi gazincan jî rewşa xerab safî nabe; her kes di lêgerînê de, valatiyeke mezin heye lê rewşa pir metirsîdar ya tijîkirina vê valatiyê ji alî îslamîstên selefî jî heye. Selefiyên Başûrê Kurdistanê bêyî ku veşêrin dibêjin, Barzanî "welî Emir" bi watayeke din bavê hemû gelî ye û divê carêke din weke serokê herêmê werê wezîfedarkirin. Van nihêrînan ku bi dengêkî bilind li her derê, li mizgeftan, li zanîngehan, li xwendingehan û di ekranên TV´yan û çapemeniyê de bi giştî tên bihîstin, ne kêm in û tehlûkeyeke cidî ne li ser civakê, jinan û ciwanan dikin armanc û pîvanên 1400 salên berê ferz dikin.
Piştî 24 salan tê famkirin ku projeya rewşengerî li Başûrê Kurdistanê li petaxê ketiye û ji bo wê jî mîna ku hin ciwanên li Başûr dibêjin" hawcedarî bi tiştên nû heye", çawa ku li bereya şerê dijî DAIŞ´ê bereyeke hevgirtî ya gerîlla, şervan û pêşmergeyan heye, di qada siyasî de jî bereyeke demokratîk pêdiviyek û erkeke exlaqî û wîjdanî ye.