Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê dika şanoyê ya ku cihê 5 hezar kesan e, di nîveka vê salê de temam dibe. Hat gotin ku ev hola şanoyê dişibe şanoyên Romayê, li Rojhilata Navîn wê bibe mezintirîn hola şanoyê. Projeya şanoyê, li ser dîzayna şanoya Kolosyûm a Romayê tê avakirin ku ew şanoya Kolosyûmê di serdema Împaratoriya Romayê de hatiye avakirin. Bajarê Silêmaniyê di sala 2012’an de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve wek Peytexta Rewşenbîrî hat pejirandin û ji bo xebatên çand û hunerê 17 milyon dolar ji bajêr re hatibû veqetandin. Ji vê budceyê 4 milyon û 800 hezar dolar, ji bo vê projeya şanoyê hat veqetandin. Proje ji aliyê şîrketeke taybet ve di 3’yê tebaxa 2014’an de hat destpêkirin û divê di 600 rojan de biqede. 


SILÊMANÎ