Dika wêjeyê a Tiyatro Asmîn
Lîstikvanên Tiyatro Asmînê, îsal ji bo cara duyem di Hatinacemheva Şano-Wêjeyê ya li Hamburgê de hatin cem hezkerên huner, şano û wêjeyê. Di van rojên Hatinacemheva Şano-Wêjeyê de metnên gelek nivîskaran li ser dikê hatin nîşandan. Li taxa Sternschanze, li hola dibistanekê de resmên şêwekar Nilgun Çapan ve Îlhan Sozen hatin pêşandan. Lîstik bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî bûn. Temaşekerên şanoyê jî bi wan gih keniyan û gih jî xemgîn bûn. Çalakî ji bo welatiyên kêmendam bê pere bû.
Di çalakiyê de nivîskar Oya Pervin Pelit, ji bo metna xwe derket ser dikê û rolek kir. Derhênerê giştî yê Tiyatro Asmînê ku di heman demê de lîstikvan û hosteyê wê yê dekorasyonê ye jî, Ferman Fermo Karayigit di dawiya çalakiyê de peyivî û got, ji bo huner, wêje çavkaniyek e û malavahiya wan hezkerên huner kir ku ew tenê nehiştine.
Metnên bûn şano
Di nava sê rojên çalakiyê de metna Cezmi Ancil a bi navê “Ax ax Şevkî“, ya Gulsen Gulbeyaz a bi navê “Li nexweşxaneya şahî“, ya Orhan Çelik a bi navê “Stêrkên Dîno” û ya nûçegihanê me Mehmet Zahît Ekîncî a bi navê “Bekçî Silo”, ya Oya Pervin Pelit a bi navê “Zaroka beytik” û ya Sevim Tarhan “Çay Koyskî” li ser dikê bûn performansên şanoyê.
Lîstikvanên şanoyê ku ev lîstik li ser dikê bi gewde kirin jî Handan Yilmaz, Canan Yilmaz, Nurcan Keskin, Sevgî Polat, Ferman Fermo Karayigit, Mehmet Koca, Kasım Palabiyik, Brûsk Cûdî, Elîf Oguz û Simge Akgul bûn. HAMBURG