OLVA HAC MENSÛR-NESRÎN ELÎ

ANHA/HESEKE

Ehmed Hemze ji ber hezkirina xwe ya ji çanda Kurdî, rabûye terwendeyên gelêrî yên Kurdan berhev kirine û li dikaneke biçûk ew bi cih kirine. Navê Mala Kurdî ya Kevin   li dikana xwe kiriye.

Di dikana xwe ya biçûk de, Ehmed Hemze terwendeyên çanda Kurdî kom kirin. Her yek ji wan çîrokeke xwe ya şadî yan jî xemgîniyê heye. Neviyan ji zimanê bav û kal û pîran veguhestiye ev serpêhatiyên van kelûpelan.

Hemze aşiqê çanda Kurdî û hezkiriyê huneran e ku bi baldarî bi rêya karên destan hatine veguhestin.

Hemze Mihemed, ji ber pergalên desthilatê ku çewisandineke nijadî û çandî der heqê gelê Kurd de dimeşîne, tirsiya ku çanda Kurdî winda bibe. Lewma, Hemze di pîşeya xwe de ji bo parastina nasnameya Kurdî stargehek dît.

Dikan li navê xwe hat

Hemze di nav 5 salan de parçeyên terwende yên wekî alavên ku çêkirina wan li herêmên Kurdî tên naskirin, berhev kirin û dikana xwe pê xemiland; heta dikan bû wekî maleke Kurdî ya kevn, eynî mîna navê xwe.

Ji terwendeyên ku di dikanê de bala mirov dikişînin: Biharatkut, tizbî, ûtiyên cilan ên ku bi rejiyê dixebitin, destar, xalîçeyên ku bi nolên kevn hatine çêkirin.

Her wiha cihên ku Hemze terwende jê kom kirine: Kantona Cizîrê, başûr û bakurê Kurdistanê û her wiha herêmên din ên Rojava ne.

Wekî van pişkdariyên çandî her çi qasî biçûk û kêm bin jî, ji bo parastina çandeke resen ji koka şaristaniyê mînakek in.