
Demîrtaş, anî ziman ku di bin navê Serokdewletiyê de li Tirkiye bingehê diktatoriyê hat avakirin û wiha got: “Ev dîktatorî bi piştgiriya MHP û CHP’ê ava kirin. Niha dixwazin zagonan buguherînin û vê pergala Serokdewletiyê rewa û zagonî bikin. Dixwazin dîktatoriyê bikin zagonî û kirasê zagonî li vê pergalê bikin. Em her dem dibêjin model çi dibe bila bibe naveroka wê li dijî demokrasiyê ye. An dîktatoriya Parlementer an jî Diktatoriya Serokdewletiyê heman tişt e. Nikarin dîktatoriyê bi navê demokrasiye bidin qebûlkirin.
‘Emê li dijî faşîzmê di ber xwe bidim’
Demîrtaş, anî ziman ku sekna wan a li hemberî pergala dîktatoriyê diyar e û ew dê her dem li dijî pergal, hişmendî û polîtîkayên dîktatorî û fazîzmê têbkoşin. Demîrtaş, da zanîn ku dibînin hikûmet û MHP di odeyên girtî de rejîma dîktayê ji nûve ava dikin. Em dê her dem li dijî faşizmê têkoşîna xwe berdewam bikin. Weki HDP’ê helwesta me her dem zelal e.”
YASİN KOBULAN / DÎHA / STENBOL