Mejîgeniyên ji kûrahiya dîroka qirêj bi nijatperest û keysperestan re kelijîn, bûn mij û morana sawa mirovahî têkbirinê, her wek barana xwînîn direşe ser me. Kal û pîr dinale, dayîk xwîn digîrî, zarok zarezar e. Bi devên xwe yên wek yên varanan, malêza bakterîyan direşînin ser goriyên xwe, her carê digezin alîyekê me! Birîn kûr dibe, êş dide kezebê! Hey hawar hawar Uta Na Pîştîmê (Xizir) hêviya Gilgamêş û mirovahiya dixwaze bi mirovî bijî!..
Dema li Kobanî qêrîna gedeyan ji kûrahiya êşa giyanê erş û ezman diqelaşt, hê cihan bêdeng, kerr û lal bû. Mîna ku li şanoyeke dramatîk, fîlmeke giyanhej binêrin, tev de metal û gêj bûn. Lê Nisêbîn bi rika dîrokê rabû ser piyan awazeke hawarê gihand Welatê Rojê.
Gîyanên li ser xaka bi hezaran salan e ku li bin pîyên cinawir û wehşan dinale, neçar carek din ji tunebûna bêbext bi weş serî hilda, bi nenûk û vîna pola gotin: “Emê rakin ji ser sînga dayîka xwe pîyen van keftar û qirniyên xwînmij.” Û perdeya reşahiyên şevê qelaşt.
Cinawirên Mûsila dîrokî ji rayê wê qetandin, bi carê ve pêlê dilê berjewendiya mîrên cihanê kirin. Hê vê kêliyê mîrên li lûtkeya cihanê ji wê xwelikerranînêdanê rabûn, ketin nava liv û tevgereke bê dil û giran. Mînaku, bêjîn; ka raweste bila bê keysa me.
Bayê ew gemara çolistana hovan her berbi xaka birîndar diweşand. Hin begên giyan bi îmana çolistanê gel li Șengala birîndar avêtin nav agirê dojeha reşahiyan. Bê şerm û heya ber bi navendên mîrnîşê reverev kişiyan. Wehş û keftar bi dupişkan ve li Șengala birîndar hêwirî. Ne şan, ne şeref, ne ar ma!. Dayîk di rondikan de xeriqîn, zarok bê giyan û henase di newal û neqeban de ma bê can. Tenê çend canên ji hêrsa berxwedana dîrokê li ser çiyayê Șengalê sîng dan ber guleyên hovên çolistana dupişkan, taku ji qadên Egîtan hêza şêran xwe gihandin hawarê. A wê kêliyê Nisêbînî jî bi awazên arjenî rabûn serpiyan, bangeke bi şewat gihand bakûr, daku bigihîjin hawarê.
Çendî şepal û şêran li wehşên çolistanê dan, xaka pîroz ji wan paqij kirin, ewqas rastî derkete holê. Zelal bû ku mîrê wehşên çolistanê, ne dûr li Iraqê, li daristanê kalikê serkarê Enqerê li qesra rûreşan ya qașo nav sipî pal daye. Dema bi heftê pûşperê re sawa tirsê li wî hovê mîna marê cûn da, hemû şaneyên xwînîn yê kemalîzmê re giyan bi giyan li hev piçikî, nola wehş û şevşevokên xwînmij bi tuleyan re hêwirî ser bajaran, reșandin guleyên xwînîn. Lê cihan dîsa ker û lal kes nabihîse.
Kabos, vampîr û keftarên girêdayiyê dîkdatorê koșka xwe li ser xwînê avakirî ji bo rûxwandin, fetisandin, têkbirinê wek gijgêlekek parçekirinê ji Farqînê berê xwe daye kilîta Kurdistanê Nisêbînê. Niseybîniyên bi anor, hêrs û hêza berxwedana dîrokê, mîna serhișkiya çiyayên Kurdistanê serî hildane li dij van zebaniyên dojehê.
Dilê li Nisêbînê lê dide, dilê rika hezaran salan e, dilê siberoja Welatê Rojê, dilê șehadetên xwe guhezandine stêrkên ezmanê welêt. Siberoja me hemiyan bi vî dilî ve serfiraz dibe. Dilê ku bi vî dilî re lênede, dê têk biçe. Haydê em tev de bi hawara Nisêbînê rabin dîlanê, daku em șevșevokên ji reșahiya reșê șevê, bi mîrê Enqere re bavêjin geliyê wêlwêlê.