Her wiha Kobanê di dîroka parastina rûmeta mirovahiyê de jî xwedî cihekî gelekî bi qedr û qîmet e. Kobanê çiqas ji bo berxwedana kurdan û parastina rûmeta mirovahiyê destanek be ev qas jî têkçûna siyaseta kevneperest a dijminahiya azadiyê dike, ye. Ji bîr naçe û gerek tu carî neyê jibîrkirin ku çend caran Serokomar Erdogan mizgîniya reş a têkçûna Kobanê da cîhanê.
Li hemberî hemû derfetên hêzên hovane canfîdayên jin û mêr bi qehremaniyeke gelekî mezin di 134 roj berxwedaneke dîrokî dan û Kobana rengîn azad kirin. Azadiya Kobanê bû mizgîniya şahiya hemû kurdan û hemû dostên mirovahiyê, ye. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bûn yekdil. Serxet û binxet bû yek ax û yek axîn. Ji her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan şehîd hatin dayîn û bi hezaran birîndar çêbûn. Lê gelê kurd li hemberî hovîtiyê serê xwe netewand. Ji aliyekî ve welat parastin û ji aliyekî ve jî rûmeta mirovahiyê. Îro şahî ye, şahiya azadiya Kobanê ye. Lê siyaseta Enqereyê cardin durûtiya xwe berdewam dike. Ji aliyekî ve Serokwezîrê tirk Davutoglu silav li Kobanê dike.
Lê ji aliyê din ve jî Serokomar Erdogan dijminatiya xwe didomîne. Îro Serokomar Erdogan xemgîn e. Ji ber ku hemû kurdistanî bi azadiya Kobanê şad in. Mixabin Erdogan careke din wehşeta DAIŞ’ê diparêze û dibe hevkarê xemgîniya dijminê mirovahiyê. Êrîşa DAIŞ’ê li ser Kobanê derfeteke mezin da hemû mirovahiyê ku di berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê de cihê xwe bigirin. Enqere û bi taybetî jî Erdogan ev fersenda zêrîn bi kar neanîn û bûn hevkarê DAIŞ’ê. Ku Enqere ev fersenda zêrîn bi kar baniya îro ew jî dikaribû biba hevkarê dîlana azadiyê û ev hevkarê dîlana azadiyê jî wê biba bingeha çareseriyê li bakurê Kurdistanê. Lê azadiya Kobanê careke din fersendeke mezin e ji bo ku Enqere siyaseta xwe ya li dijî Rojava biguherîne û rûpeleke nû di navbera Enqere û Rojava de vebe. Nîşana guhertina siyaseta Enqereyê jî wê di xebata avakirina Kobanê de derkeve holê… Helbet kêf û şahiya azadiya Kobanê mafê kurdan e lê belê şehîd û parastina hevpar jî divê tu caran neyê jibîrkirin.
Azadiya Kobanê di xebatê de rûpeleke nû vekiriye ji niha û şûnde ev berpirsyarî dikeve li ser milên hemû kurdan. Ev xebat jî ji nû ve avakirina Kobanê ye ji ber ku Kobana rengîn mixabin di şer de wêran bûye û ji bo wê jî divê ku ji nû ve were avakirin. Ji Bakur heta Başûr hemû Kurdistanê bi hemû derfetên xwe ji bo ku birîna Kobana rengîn were dermankirin divê rabe ser piyan. Ji aliyekî ve Kobanê were avakirin û ji aliyê din ve jî kesên ku penaber bûne bikarin vegerin ser axa xwe. Siyaseta Enqereyê çi dibe bila bibe serkeftina Kobanê da nîşankirin ku kurd yekbin û partiyên kurdan bi hev re di nava tifaqê de bin azadiya hemû Rojava hêsan e û gelek nêz e. Girîngiya herî mezin berdewamiya tifaqa kurdan e. Berdewamiya tifaqê jî bi berdewamiya parastina hevpar ve girêdaye. Spas ji bo hemû hêz û tevgerên hevpar ên parastina Kobanê.